Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran buroyên hilbijartinê vekirin û serdana gel kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Cûrneyê Reş axivî û bal kişand ser têkoşîna Emîne Şenyaşar û got: “Riha wê dersê bide AKP’ê.” 
 
Li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk xebatên xwe didomînin. 
 
Partiya Çepkên Kesk bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Pervîn Bûldan û şandeya pê re li navçeya Cûrnê Reş a Rihayê buroya hilbijartinê vekir. Gelek welatî tev li şahiya vekirina buroyê bûn. Bûldan û şandeya xwe di ketina navçeyê de ji aliyê welatiyan ve hatin pêşwazîkirin û bi konvoyek derbasî navenda navçeyê bûn û li navçeyê geriyan. Piştre li taxa Karacurun buroya hilbijartinê hat vekirin.
 
Girseya li ber buroyê Bûldan û şandeya wê bi dahol û zirneyan pêşwazîkirin. Namzetên Partiya Çepên Kesk li ber buroyê welatiyan silav kirin. Girseyê bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
‘GELO WÊ EMÎNE ŞENYAŞAR ANGO BEKÎR BOZDAG BI SER BIKEVE?’
 
Bûldan di vekirina buroyê de axivî û da zanîn ku wê Riha dîrokê binivisîne û got: “Wê gelê Rihayê derse bide AKP’ê û Wezîrê Dadê. Gelo wê li Rihayê Wezîrê Dadê ango dê Emîne Şenyaşar ku li edaletê digere bi ser bikeve? Em ê edaletê jî hînî wan bikin.” 
 
‘EM Ê DERSA MIROVAHIYÊ BIDIN AKP’Ê’ 
 
Bûldan behsa xebatên hilbijartinê yên AKP’ê kir û got: “AKP xebatên xwe hilbijartinê bi gef û gurê dimeşîne. Tiliya xwe ji me re dihejîne. Çimkî rûyê wan ku derkevin pêşberî gel nîne. Lê tenê gefan dixwin. Em ê carek din dersa mirovahiyê bidin wan. Em ê dersa demokrasiyê bidin wan. Em ê serkeftina xwe ya li Rihayê zêdetir bikin û em derse bidin wan.” 
 
Piştî axaftina Bûldan buroya hilbijartinê hat vekirin. 
 
MELETΠ
 
Partiya Çepên Kesk ku xebatên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê bê navber didomînê di çerçoveyên hilbijartinê de li navçeya Yazihan a Meletiyê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Meletiyê, endam û rêveberên partiyê û gelek welatiyên navçeyê tev li vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroyê girse tevî namzetan ve li navçeya Yazihanê serdana dikandaran kirin û ew vexwandin vekirina buroyê. Şande ji aliyê dikandaran ve bi çoş hat pêşwazîkirin. Di şahiya zarokan de coşa zarokan xwe jî balê kişand ser xwe. Girse dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir. 
 
'EM HEZA XWE JI GELÊ XWE DIGRIN'
 
Di vekirina buroyê de namzeta parlamenteriyê ya rêza yekemîn Perîhan Yucekaya axivî û bi lêv kir ku ew ji roja erdhejê ve li cem gelê Meletiyê bûnê û wiha got: "Me maseya krîzê ava kir û em li hemû bajaran ku erdhejê lê çêbûn li cem gelê xwe bûn. 6 namzetên parlamenteriyê yên Meletiyê jî li qadan bûn. Em di heman deme de têkoşîna jinan didin ji ber wê jî namzeta parlamenteriyê ya rêza yekemîn jin e. Ji bo ku hemû kes li welatê xwe bi awayekî azad bijî pediviya me bi piştgiriya we heye. Em hêza xwe ji gelê xwe digrin. Heta niha gelek partiyên me hatin girtin lê em ranewestiyan em her tim li cem gelê xwe bûn."
 
Piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” buroya hilbijartinê hat vekirin.
 
QERS
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Qaxizmanê ya Qersê jî buroya hilbijartinê vekir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Qersê û şandeya bi wan re li navçeyê bi coş hatin pêşwazîkirin. Di vekirina buroyê de bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin jîyan azadî” “Biji berxwedana  zindanan”, “Qeyûm îstîfa” û “Qaxizman  ya me ye” hatin berzkirin. 
 
Namzeta parlamenteriyê Gulistan Kiliç Koçyîgît beriya vekirina buroyê axivî û destnîşan kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de dawî li zailma AKP’ê bînin. Namzetê parlamenteriyê Sertaç Çelîkalelî jî got ew ê di 15’ê gulanê de govenda serkeftinê bigerînin. 
 
Piştî axaftinan buro hat vekirin û şahiya vekirina buroyê bi gerandina govendê bi dawî bû. Namzetan paşê serdana dikandaran kir. 
 
AMED 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Ceylan Akça, Serhat Eren, Azad Bariş û rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên Amedê li navçeya navendî Peyasê serdana dikandaran kirin û vexwendameyên beşdariya ji bo şahiya sibê êvarê li Amedê pêk were jî belav kirin. Şandeya namzetan ji aliyê dikandaran û xelkê ve bi dilgeşî hatin pêşwazîkirin û li pirsgirêkên dikandaran guhdar kirin. 
 
Namzet dikan bi dikan geriyan û dikandaran jî ji wan re got êdî ew guhertinê dixwazin û 100 parlamenter têrê nakin divê bi 120 parlamenteran biçin Meclisê. 
 
Dikandarek jî namzetan re got: “Êdî şikandina ampûlan şert e. Em ji ampûl derbasî LED’ê bûne.” Dikandarek din jî got: “Me qedandin. Vê pergalê me qedand. Em êdî tabûyên wan hilweşînin û em tên.” 
 
Namzetan paşê serdana Bazara Taxê ya Peyasê kirin. Namzet li vir jî ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Welatiyan destnîşan kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de ji vê îktidarê rizgar bibin. 
 
HEZRO 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Navçeya Hezroyê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundên Barkû, Girseler, Xecikan û Qûvercînê yên navçeyê kirin. Rêveberên partiyê mal bi mal serdanan kirin. Rêveberiyên partiyê belovan li gel belav kirin û xelkê gund jî bo coş rêveberan pêşwazî kir. 
 
COLEMÊRG
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê Vezîr Parlak, Oznûr Bartin û Onûr Duşunmez li gel rêveberên partiyê serdana gundên Gêman, Aşût û Zavîtê yên bi ser navçeya Çelê ve kirin û bi xelkên gundan re civiyan. 
 
TEKÎRDAG 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Tekîrdagê jî xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dike. Namzetên parlamenteriyê yên Tekîrdagê Muazzez Orhan Işik, Seyîthan Kirmizi û rêveberên Partiya Çpên Kesk û HDP’ê serdana Komeleya Qersiyan kirin. 
 
Rêveberên komeleyê şandeyê pêşwazî kirin. Muazzez Orhan li vir axivî û da zanîn ku ew ji bo dozek mafdar a gelê kurd têdikoşin û xwest her kes tev li xebatên wan bibe û ew ê bi ser bikevin.