Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê

img
MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku li Torosan di vekirina buroya hilbijartinê de axivî, diyar kir ku wê bi hilbijartinên 14’ê Gulanê, siberoja gelên Tirkiyeyê, kurd û ciwanan diyar bibe û got: “Niha tiştê divê em bikin ew e ku AKP’ê di binê sindoqan de bihêlin." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li navçeya Torosan a Mêrsînê tevli vekirina buroya hilbijartinê li Taxa Mevlanayê bû. Namzedên parlamenteriyê yên Partiya Keskên Çep, ji aliyê rêveberên bajêr û navçeyan, Hevseroka Giştî ya Partiya Damezirîna Ji Nû Ve ya Sosyalîst (SKYP) Canan Yuce û bi sedan kesan ve bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Bi pişt re Bûldan û şandeya pê re, bi karwanê wesayîtan çû Taxa Mevlana ya navçeya Torosan ku wê buroya hilbijartinê lê bihata vekirin. 
 
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN Û BI SER BIKEVIN’
 
Bûldan ku li vê derê ji aliyê bi hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin, anî ziman ku bi hilbijartinên 14’ê Gulanê wê çarenûsa gelan diyar bibe û got: “Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."
 
‘EM BI PÊNGAVÊN XWE LI BER WAN RABÛN’ 
 
Bûldan, îşaret bi doza girtinê ya HDP’ê jî kir û got: “Hêj jî şûrê Demokles li ser serê me dihejînin. Ew bi lîstikên xwe derketin pêşberê me. Em jî bi pêngavên xwe li ber wan rabûn.  Bi îhtimala ku wê HDP bê girtin, me lîsteyên Partiya Çepên Kesk amade kirin. Niha tiştê ku em ê bikin ew e ku AKP’ê di sindoqan de bihedimînin. Em soz didin ku em ê bikin ku AKP bibe partiyeke tabela."
 
‘EM Ê JI AKP’Ê XELAS BIBIN’ 
 
Bûldan anî ziman ku êdî tu rûyê desthilatdariyê nîn e ku li rûyê mirovan binihêre û bi domdarî wiha got: “Kî ku dertê pêşiya me, dibêje me ji AKP’ê xelas bikin. Em ê xelas bikin, wan bişînin, pêk bînin, bi ser bikevin."
 
Di pey re Dayikên Aştiyê û Bûldanê bi hev re benê vekirina buroya hilbijartinê birî. Piştî vekirina buroyê, bernameya Bûldanê ya Edene û Mêrsînê bi dawî bû.