Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker

img
 
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ew dixwazin parlamenterên xwe gelek zêde bikin û di parlamentoyê de bibin hêzeke diyarker û got: “Banga me li gelê ew e ku dengên xwe bi awayekê stratejîk bidin.“
 
Komeleya Derçûyiyên Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn, bi navê “Gotûbêjên Hilbijartinê“ bername danî. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan Mîthat Sancar, lê bû mêvan. Namzedê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Emîralî Turkmen, endamên Komeleya Derçûyiyên ODTU’yê, endamên Partiya Çepên Kesk, endamên Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê, endamên Platforma Ewlehiya Hilbijartinan (SGP), Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Enqereyê û şagirtên ODTU’yê tev li bernameyê bûn. 
 
‘DESHILATDARIYA BI 21 SALAN A AKP’Ê Û TIFAQA CIMHÛR A TARÎ’ 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar, îşaret bi giringiya hilbijartinê kir û got: “Desthilatdariya AKP’ê ya bi 21 salan, salên dawîn bi hevkariya bi MHP’ê re berdewam e. Têkoşîna ji bo demokrasî, azadî û aştiyê wê her berdewam be lê ku Tifaqa Cimhurê têk neçe, wê gel yekcar zêde bedel bidin.“ 
Sancar diyar kir ku ji zû ve ye ew li dijî vê bloka tarî dixebitin û wiha axivî: “Me, Tifaqa Ked û Azadiyê li ser hevkariya têkoşînê ava kir. Xebatên me yên tifaqê yên din li bajarên Kurdan berdewam bûn. Tifaqa Ked û Demokrasiyê ya Kurd, di vê pêvajoyê de şênber bû. Planê me ew e ku em eniyeke têkoşînê ku van bike yek, ava bikin. Em bikin ku ev desthilatdarî têk biçe, wê serdemeke nû dest pê bibe û giring e ku em wek aktorekê avaker di parlamentoyê de cih bigirin." 
 
DENGÊ XWE BI AWAYEKÊ STRATEJÎK BIDIN’
 
Sancar da xuyakirin ku divê mirov çima li Partiya Çepên Kesk bibe xwedî û wiha pê de çû: “Derdê me, ji derxistina wekîlek, du wekîlan biwêdetir e. Hebûna vê tifaqê, giring e ji bo me. Bi ya me, xerakirina vê tifaqê, ji bo Tirkiyeyê jî ne helwesteke rast e. Em vê tifaqê ne bi tenê ji bo îro û hilbijartinan, bi îdiaya damezirandina navendeke damezirîner ava dikin. Lewma me israra xwe ya li ser biryara yek lîsteyê, sist kir. Di bin navê partiyekê de ketina hilbijartinê, ji bo fikirên me rêbaza herî di cih de ye lê parastina tifaqê jî gelek giring e. Em dibêjin ku me formulê em pê tifaqê biparêzin jî dîtiye. Banga me li gelê me û hemû hêzên demokrasiyê ew e ku dengê xwe bi awayekê stratejîk bidin. TÎP, wê bi amblema xwe li hin cihan bikeve hilbijartinê û ev der krîtîk in. Dibe ku em parlamenterên xwe zêde jî bikin û dibe ku hin destkeftî ji destên me biçin jî. Bi ya me, divê mirov giringiyê bi vê bide. 
Di hilbijartinên parlamentoyê de, hedefa me ji sedî 15 e. Kêmê ji sedî 15’an serkeftin hesab nabe. Me daye ber xwe ku em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker. Divê em herî kêm bi 100 parlamenteran bikevin parlamentoyê. Her ku em hêzên xwe bikin yek, wê gihîştina vê hedefê hêsantir bibe. 
 
 
ARMANCA ME YA STRATEJÎK GUHERTINA PERGALÊ YE 
 
Armanca ew e ku di ketina sedsala duduyan de, ji bo avakirina komara demokratîk rê çêbikin. Rewşa ku me di erdhejê de dît, di çarçoveya berpirsyariyên xwe demokratîk de, me biryar da ku namzed dernexin. Du hedefên stratejîk ên partiya me di vê hilbijartinê de hene. Yek jê şandina vê desthilatdariyê ye. Hedefa ya me ya stratejîk a din jî guhertina pergalê ye. 
 
EM TEMÎNATA VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK IN 
 
Ger aliyê mixelefetê xeletiyan neke, karkirina hilbijartinên serokkomariyê nê zehmet e. Em, di çarçoveya rêgez û hedefên polîtîk de tevgeriyan. Ên ku vê îdia dikin, bibêjin ku Kurd nikarin bibin wezîr, em vê bi awayekê eşkere red dikin. Em nedihêlin partiya me, ne jî dihêlin kes gelê Kurd biêşîne. Em dibêjin ku em temînata veguherîna demokratîk in.
Diyar e ku em ê bi kê re bibin piştgir û bikin ku kî têk biçe. Hêviya me ji gelê me ew e ku ji bo veguherîna demokratîk bibe piştgir. Em bi hêza xwe bawer bibin. Dibe ku provokasyonên bi her awayî bên kirin lê pûçkirina wan ne zehmet e. Me got ku em di siyaseta demokratîk de bi israr, bi têkoşîna demokratîk de bi biryar in û me ev êrîş bi avê de birin. Mirov hêzên xwe bike yek, dibê ku mirov di hilbijartina serokkomariyê de gelek bi pêş bikeve. Bî hîleyan ew ferq nayê girtin. Lewma ez dibêjim ku divê em hêzên xwe bikin yek û vê desthilatdariyê bişînin."