Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek

img
ÎDIR - Namzetên Parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê destnîşan kirin ku ew bi rêxistinkirinê dikarin dawî li rejîma yekzilamî bînin û wiha bang kirin: "Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek.”
 
Bajarê Îdirê, bajarekî kozmopolît û xwedî rengên cuda ye. Kurd, terekeme, azerî, ecem û tirk bi hev re li Îdirê dijîn. Her wiha gelek partî, fikir û raman li vir cih bûne. Li gorî serjimariyê Îdir, 2 parlamenteran dişîne meclisê. Ji sala 2007’an ve piranî jî partiyên kurdan ji vir parlamenterekê/î dişînin meclisê. Li Îdirê, heta sala 2007’an jî ji tu partiyên kurdan an jî namzetên serbixwe yên kurd parlamenter nehatibûn bijartin û neçûbûn meclisê. Di sala 2007’an de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di bin navê bloka "Namzetên Hezar Hêvî" de hatibû hilbijartin û weke parlamentera jin a yekem a Îdirê çûbû meclisê. Bûldan piştî hatibû hilbijartin tev li koma Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bûbû. Bûldan, di hilbijartinên giştî yên 2011'an de, ji Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê careke din li Îdirê hatibû hilbijartin. 
 
Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de gelê Îdirê dengên xwe dabûn Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Mehmet Emîn Adiyaman û Kiznaz Turkelî ku azerî bû, şandibûn meclisê. Di hilbijartinên 2018’an de jî, li Îdirê ji HDP’ê tenê Habîb Eksîk hatibû hilbijartin. 
 
Îdir niha jî hewl dide ku di hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'yan de ji Partiya Çepên Kesk 2 kesan bişîne meclisê. Ji bo vê jî, ji roja ku xebatên hilbijartinê hatine destpêkirin heya niha Partiya Çepên Kesk li Îdirê bênavber dixebite. Partî tevî namzetên xwe yên parlementeriyê mal bi mal, kolan bi kolan, gund bi gund û navçe bi navçe digere. 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Îdirê Partiya Çepên Kesk Yilmaz Hûn û Aysel Aras têkildarî hilbijartinê pirsên me bersivandin. 
 
AN REJÎMA YEKZILAMÎ AN JÎ DEMOKRASÎ
 
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn ku bi salan di qada kedê de xebitiye destnîşan kir ku wî gelek salan karê sedîqayê meşandiye û dizane birêxistinbûyîn tê çi wateyê. Hûn, da zanîn ku li hember rejîma yekkesî tenê birêxistinbûyînê dikarin serbikevin û wiha berdewam kir: “Em tenê birêxistinbûyîna civakê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û demokrasiyê ava bikin. Her wiha li dijî KHK’yan, rejîma yekkesî em tenê dikarin bi rêxistinbûyînê bitêkoşin û ji ber vê yekê min xwest ez bibim namzet.”
 
Hûn, diyar kir ku ev hilbijartin pir giring e û ji bo çareserkirina pirsgirêkên sedsalî şans û derfetek e. Hûn, bi lêv kir ku ev 21 sal in li dijî rejîma yekkesî li ber xwe didin û wiha domand: “Em hatine rêyeke dûşaxî. Yan dê rejîm xwe bi saz bike, yan jî dê ji bo siberoja ciwan û zarokên me demokrasî bi ser bikeve. Ji bo ku partiya me bi ser bikeve, hewce ye hemû civak xwe birêxistin bike û partî jî xwe bigihîne hemû qadên civakê. Pêwîst e danasîna Partiya Çepên Kesk baş bê kirin û partiyên beriya wê çima û bi çi awayî hatine girtin baş bên vegotin. Bila ev tişt baş bên kirin ku em bikaribin vê rejîmê têk bibin.”
 
TAYBETMENDIYA ÎDIRÊ
 
Hûn, bal kişand ser taybetmendiya Îdirê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bajarê me ji hêla netewe, ziman û çandê ve gelek dewlemend e. Weke Tirkiyeke biçûk e. Gava me nû dest bi xebatên hilbijartinê kir, bi coşeke gelek mezin em pêşwazî kirin. Kurd, azerî, terekeme, ecem û tirkan eleqeyeke baş nêzî me bûn. Hemû kesan xwe ji bo 2-0’ê amade kiriye. Her kes ji bo têkbirina vê rejîme yekdeng e. Em bi kelecaneke mezin li benda 14’ê Gulanê ne.”
 
‘HERÎ KÊM KESEKÎ QANEH BIKIN’
 
Hûn, da zanîn ku ew gelekî bi hêvî ye û got ku ev hilbijartin, hilbijartineke gelekî girîng e. Hûn, di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Îdirê kir û wiha got: “Bila her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Her wiha bila her kes weke gotina Selahattîn Demîrtaş kesekî qaneh bike û Partiya Çepên Kesk, herî kêm bi kesekî bidin naskirin.”
 
‘JIN TÊN PERÇIQANDIN’
 
Namzeta Partiya Çepên Kesk a Îdirê Aysel Arasê jî diyar kir ku ji bo di nava vê tekoşîna salan de cih bigire bûye namzet. Arasê bilêv kir ku wê xwestiye bibe dengê jinên kedkar ên mafên wan tên binpêkirin û ev tişt gotin: “Tirkiye heta niha bi polîtîkayên gelek xelet ve hatiye rêvebirin. Gelên Tirkiyeyê di pêvajoyeke gelekî zor de derbas dibin. Hêvî dikim ku em ê di 14’ê Gulanê de bi gelê xwe re vê rejîmê têk bibin. Partiya me heta niha bi kesên gelek bi hêz re meşiyaye û ev tekoşîn aniye heta îro. Rêvebiriya me gelekî bihêz e. Baweriya min ew e ku em ê bi hemû gelan re pergaleke nû û baş ava bikin.”
 
Arasê, destnîşan kir ku gel ew bi coşeke mezin pêşwazî kirine û ev yek enerjiyeke gelekî pozîtîf daye wan. Arasê, diyar kir ku gava ew gel wisa dibînin pêdiviya bi guherînê dibînin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Me hinek proje hene, di çarçoveya hilbijartinê de. Ez weke namzeteke jin pêşiyê ji bo jinan jiyaneke demokratîk û wekhev dixwazim. Jin, di vê rêvebirinê û pergalê de tên perçiqandin. Peymana Stenbolê ji bo me şensek bû. Gava em biçin meclisê em ê van tiştan dîsa bînin rojevê. Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek û bi hev re qedera Tirkiyeyê biguherînin.”
 
YILMAZ HÛN KÎ YE?
 
Namzetê Îdirê yê rêza yekemîn Yilmaz Hûn ji Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê ji beşa Mamostetiya Polê mezûn bûye. Nêzî 16 salan mamostetî kiriye û nêzî 15 salan jî karê sendîqeyê meşandiye. Hûn, di sala 2017’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatiye îxrackirin. 
 
AYSEL ARAS KÎ YE?
 
Namzeta Îdirê ya rêza duyemîn Aysel Aras jî di sala 1963’ê de li Îdirê ji dayîk bûye. Di sala 1987’an de li Erziromê dest bi karê bankê kiriye. Di sala 2018’an de jî ji wî karî teqawid bûye. 
 
MA / Bazîd Evren