Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê

img
EDENE - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Edeneyê Ferhat Kabaîş, diyar kir ku wê li dijî pirsgirêkên bajêr ên weke aborî  û bengîtiya tiryakê ya ciwanan têbikoşin û wiha got: “Em ê nehêlin ku Edeneyê bikin navenda çopê Ewropayê.”
 
Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartinên ku dê di 14’ê Gulanê de bên kirin, xebatên xwe didomîne. Yek ji bajarê ku Partiya Çepên Kesk lê xwedî îdiaye jî Edene ye. Yek ji namzetê parlamenteriyê yê Edeneyê jî Ferhat Kabaîş e. 
 
Kabaîş ê şewirmendiya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan ê berê Selahattîn Demîrtaş ê niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin kir, di sala 2002’yan de li Amedê mamostetî kir. Kabaîş ê 20 salan kedkariya perwerdehiyê kir û piştî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li HDP’ê weke şewirmendê komê peywîr girt, diyar kir ku wê bi Partiya Çepên Kesk re pirsgirêkên ekolojiyê û aboriyê çareser bikin. 
 
‘EM Ê DESTÛR NEDIN KU BAJÊR BIBE NAVENDA ÇOPÎ’ 
 
Kabaîş li ser pirsgirêkên heyî yên ekolojiyê yên Edeneyê got ku li bajêr 2 santralên termîkê hene û di heman demê de bajêr veguherandine navenda çopî ya Ewropayê û erdên çandiniyê zerar dîtine. Kabaîş axaftina xwe wiha domand: “Em bawer dikin ku em ê bi gelê Edeneyê re destûr nedin ku bajêr bibe navenda çop a Ewropayê. Ji bo ku ev tesîs bên girtin tişta ji destê me bê em ê bikin.”
 
TÊKOŞÎNA BI TIRYAKÊ RE
 
Kabaîş, destnîşan kir ku yekane partiya ku ji pirsgirêkên ciwanan re pêşniyarên şênber dike Partiya Çepên Kesk e û bal kişand ku ji ber bêkarî û xizaniyê bajêr veguheriye bajarekî ku koç dide. Kabaîş, diyar kir ku gelê Edeneyê yên li ser axa çandiniyê ya Çûkûrovayê dijî xizane û anî ziman ku bajar di bikaranîna tiryakê de di rêza yekemîn de ye. Kabaîş, bi lêv kir ku wê li dijî tiryakê hem li kolanan hem jî li Meclisê têbikoşin û anî ziman ku dixwazin pirsgirêkan li Meclisê bi ciwanan re çareser bikin.
 
‘XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN’
 
Kabaîş anî ziman ku ji bo ku roja hilbijartinê ewlehiya sindoqan pêk bînin wê bixebitin û wiha pê de çû: “Wê şevê wê encamên hemû sindoqan biherikin pergala ku Partiya Çepên Kesk avakiriye û wê li ser wê pergalê bên dîtin. Em bawer dikin ku heke ji sindoqan agahî bên wê nikarin li ser tu sindoqan hîleyan bikin. Nikarin cesaret jî bikin.”
 
Kabaîş, anî ziman ku armanca wan ew e ku hejmara du parlamenterên di hilbijartina beriya niha de wergirtî derxînin çaran û diyar kir ku di xebatên li bajar de gel eleqeyeke zêde nîşanî wan dide. Kabaîş, da zanîn ku li Edeneyê ji beşên cuda alîkariyeke cidî ji bo Partiya Çepên Kesk heye û wiha got: “Heke em li Meclisê xurt bin em ê ji bo darazeke bêalî û serbixwe qanûnên pêwîst derxînin.”
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen