Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne

img
ŞIRNEX - Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Bedîrhan Osal diyar kir ku gel di vê hilbijartinê de ji bo parastina sindoqên xwe hesasiyeteke cidî nîşan dide û got: "Em ê bi gelê xwe re serbikevin."
 
Piştî ku partiyên siyasî namzetên xwe diyar kirin dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Yek ji partiya ku bi coşeke mezin xebatên xwe dide meşandin jî Partiya Çepên Kesk e. Li Botanê di her hilbijartinê de pirsgirêka ewlekariya sindoqan heye. Gelê Botanê ku dê destûr nede di vê hibijartinê de dengên wan bên dizîn, daxwaz dike ku her çar namzetên Partiya Çepên Kesk bişîne Meclisê. Yek ji van namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Bedîrhan Osal e. Osal, di sala 2007’an de di nav rêveberiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de cihê xwe girt. Osal, pişt re heta sala 2009’an di DTP’ê de bi awayekî çalak beşdarî xebatan bû. Di sala 2009’an de di operasyonên KCK’ê de hat girtin û ket girtîgehê. Osal, piştî 5 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma pişt re hate berdan. Osal, ku piştî ji girtîgehê derket dest ji têkoşînê berneda, bi awayekî çalak di nava Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de cihê xwe girt. Osal, bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got ku divê dengên gel bên parastin.
 
'MIN XWEST TIŞTEKÎ LI TÊKOŞÎNÊ ZÊDE BIKIM'
 
Osal ê da zanîn ku wî her tim xwestiye ku ji tekoşîna gelê kurd re xizmetê bike, anî ziman ku di tekoşîna xwe de tu caran paşve gav ne avêtiye û wiha axivî: "Ez di sala 1979'an de li navenda bajarê Şirnexê hatime dinê. Min bi partiya Civaka Demokratîk (DTP) di sala 2007'an de dest bi jiyana xwe ya siyasî kir. Ji sala 2007'an heta 2009'an di rêveberiya wê de cihê xwe girt. Min heta sibata 2009’an xebatên xwe domand. Di operasyona qirkirina siyasî de hatim girtin û 5 sal û 6 meh di girtîgehê de mam. Pişt re min xebatên xwe di DBP'ê de berdewam kirin. Min têkoşîna xwe di komîsyonên meclîsên taxan û qadên cuda de berdewam kir. Min tu caran dev ji têkoşînê berneda û min her tim xwest ez tiştekî li vê têkoşînê zêde bikim."
 
'POLÎTÎKAYEKE TAYBET TÊ MEŞANDIN'
 
Osal, diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên ku li ser Şirnexê heta niha hatine meşandin herêmê zirareke mezin dîtiye û ev tişt got: "Şirnex ji dîrokê heta îro gelek êş kişandiye. Em bi hev re van êşan dikişînin. Heta niha jî em vê êşê dikişînin û dijîn. 14'ê Gulanê ji bo me qonaxek e, ji bo me firsend e ku em ji vê pergala ku wêran, talan û êrîşan dike xilas bibin. Sebra me nemaye ku em 5 salên din bi vê hikumetê re bijîn, ev hilbijartin hilbijartineke dîrokî ye. Dê di vê çarçoveyê de nêzîkatiyên me hebin. Ev desthilata ji bilî dijminatiya li dijî hebûna me, li dijî xwezaya me, çanda me, zimanê me, êrîş dike û hemû nirxên ku vê civakê dike civak, mirovan dike mirov dixwaze ku tune bike. Em jî armanc dikin ku li dijî van êrîşan bi dengekî bilind cihê xwe di Meclisê de bigirin. Bi taybetî ji bo çareserkirina vê krîza aborî ya ku civak dikişîne em ê bibin çare. Xwezaya Şirnexê dewlemend e û gel bi vê xwezaya xwe debara xwe dike. Lê mixabin niha ev ji aliyê hin kesan ve tê bikaranîn. Dixwazin ku gelê me bi birçîbûnê, terbiye bikin û teslîm bigirin. Siyasetek pir nazik û fêlbaz li ser gelê me tê meşandin. Îro kargehek ku ciwan tê de biçin û bixebitin nîne. Derfet nayê dayin ku gel aboriya xwe biafirîne. Em dixwazin di parlemantoyê de bibin dengê ciwanan, bibin dengê jinên ku hatine qetilkirin, bibin dengê jinên ku rastî tundiyê hatine, dixwazin dîrok û çanda xwe biparêzin. Ji bo ku dawî li polîtîkayên hovane yên li vî bajarî tên meşandin, dixwazin di Meclisê de cihê xwe bigirin."
 
'GEL XILASIYÊ DI PARTIYA ÇEPÊN KESK DE DIBÎNE'
 
Osal, diyar kir ku di xebatên hilbijartinê yên li herêmê de lîstikên cidî hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em dizanin ku li herêmê û Kurdistanê gelek lîstik tên lîstin. Lê tevî vê jî li hemberî Partiya Çepên Kesk coş û eleqeyeke mezin heye. Gel vê pergalê nas dike. Ji ber wê jî rizgariyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne. Rizgariya xwe di manîfestoya partiya me de dibînin. Ewlehiya sindoqan ji bo me pirsgirêka herî bingehîn e, bêguman dengdan girîng e, lê ya girîng parastina sindoqan e, divê em sindoqên xwe biparêzin û bişopînin. Sindoqa ku em lê deng didin, divê heta saetên dawî vala nehêlin, çi dibe bila bibe divê em wê biparêzin, em dizanin ku dê her tiştî bikin, gefan li me bixwin, êriş bikin, dê hewldana provokasyonê hebin. Lê çi dibe bila bibe, heta hejmartina dengan bi dawî nebe em avahiyên dibistanan vala nehêlin."
 
MA / Zeynep Dûrgût