Bedlîsî: Em ê encameke baş bi dest bixin

img
BEDLÎS - Bedlîsiyan diyar kir ku ew ê bi Partiya Çepên Kesk re 3 parlementeran bişînin meclisê û got: "Dengan bidizin jî, dê nikaribin tiştekî bikin." 
 
Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên li Bedlîsê bênavber didomîne. Li Bedlîsê ku serjimariya wê 350 hezar e, 210 hezar hilbijêr hene. Armanca Bedlîsiyan ew e ku di 14'ê Gulanê de 3 parlementeran bişînin meclisê. 
 
‘PARTIYA ÇEPÊN KESK, PARTIYA GEL E'
 
Welatiyê bi navê Mehmet Coşkûn, anî ziman ku Partiya Çepên Kesk, partiya gel e. Coşkûn bilêv kir ku Partiya Çepên Kesk dewama HDP'ê ye û got ku ew daxilî nava xebatan dibin û mal bi mal digerin. Coşkûn destnîşan kir ku ew yeqîn dikin ku ew ê bi ser biekvin û got: "Em gelê Bedlîsê em ê bikin 3-0. Em li dijî zilm û neheqiya ku li gelê kurd tê kirin li vir in. Em ê bi ser bikevin. Em baş dizanin bê rewşa aboriyê çawa ye. Em dizanin ku li welatê me fiyetê zebze bûye 45 lîre. Ji ber vê kes nikare zebze bikire. Teqez em ê wan bişînin. Li Bedlisê tu prestîja partiyên din nemaye. Baweriya gel bi wan nayê. Bi diziya dengan dê nikaribin bi ser bikevin. Em baş dizanin ku Partiya Çepên Kesk dê li Bedlisê û navçeyên wê bi ser bikeve. Em bawer dikin, em ê bi ser bikevin." 
 
‘PARTIYA ÇEPÊN KESK DÊ BIKE 3-0' 
 
Welatî Cevdet Kaçar jî anî ziman ku piraniya gel daxilî nava xebatên Partiya Çepên Kesk bûye û got: "Xebatên me pir baş in. Em hem li taxan hem jî li navenda bajêr û gundan dixebitin. Em gel, ji dil û can bi partiya xwe re dixebitin. Em hemû Partiya Çepên Kesk in. Çi ji destê me bê em ê biin. Bi taybetî gelê Bedlisê, ji bo Partiya Çepên Kesk li ser pêyan e. Her kes baş dixebite. Tenê ne li Bedlisê, em ê li seranserê Tirkiyeyê encameke baş bi dest bixin û em ê 110 parlementeran bişînin meclisê." 
 
Metîn Karayel jî got: "Em ê li Bedlîsê, bi Partiya Çepên Kesk re şoreşekê bikin. Helwesta gel a ji bo Partiya Çepên Kesk pir baş e. Partiyên din qet nabîne. Tu karê me bi partiyên din re tune ye. Partiyên din dê parlementerekî jî ji vir neşînin meclisê." 
 
‘PARTIYA ÇEPÊN KESK GEL E'
 
Mehmet Kilinç jî anî ziman ku helwesta gel a ji bo Partiya Çepên Kesk pir baş e û got: "Ji lew re Partiya Çepên Kesk, gel e. Azadî, wekhevî û felsefeya mirovî bi xwe re. Teqez em ê bi hev re bi ser bikevin. Em vî tiştî dibînin." 
 
Welatiyê bi navê Îhsan Bekirhan jî destnîşan kir ku divê partiyên din tu rayan negirin û got: "Ger rayan bigirin ev, fediyeke mezin e ji bo me. Ev krîza aborî û bihabûn em perîşan kirin. Divê her kes ji bo xwe û partiya xwe bixebite. Em ê ji Bedlisê 3 parlementeran bişînin meclisê. Em ji bo partiya xwe dixebitin."