Kiliçdaroglû: Em ê li her derê edaletê bicih bikin

img

ERDEXAN - Namzetê serokkomariyê yê Tifaq Millet Kemal Kiliçdaroglû li Erdexanê xebatên xwe hilbijartinê domand û diyar kir ku ew ê li hemû qadan edaletê bicih bikin. 

 
Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş re li Erdexanê beşdarî mitîngê bû.
 
Kiliçdaroglu di mitîngê de axivî û bal kişand ser pêkanîna edaletê û wiha got: “Edalet tenê ne li salonên dadgehê ye; em ê li ser rêyan, li qadan, li nav zeviyan, li fabrîkayan, li her derê li edaletê bigerin. Ji bo karker û karmendan edalet, ji bo jinan edalet. Ji bo yên dikevin ezmûnan jî edalet. Ji bo her tiştî edalet. 
 
SÎGORTA PIŞTEVANIYA MALBATÊ 
 
Kiliçdaroglû da zanîn ku ew ê piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo hemû Tirkiyeyê xizmetê hilberînin û got: “Em ê cihêkariyê nekin. Di kitêba me de cihêkarî nîne. Însan însan e û li ser her du çavên me cihê wan heye. Astengiyan derdixin, ez di ferqa wê de me. Lê heta dixwazin bila astengiyan derxin. Em baweriya xwe bi 85 milyon gelê vî welatî tînin û em ê ji bo we bixebitin û têbikoşin. Ciwano ez dizanim, carna hûn KPSS’ê qezenc dikin lê hûn di mulakatan de dimînin. Ez ê wê rakim. Jinên malan… ez bi derde we jî dizanim. Ewlehiyek we ya civakî nîne, ez bi vê dizanim. Em ê Sîgorta Piştevaniya Malbatan a bêprîm bînin.” 
 
Kiliçdaroglû ji bo xelkê Erdexanê sozên hilbijartinê rêz kir û destnîşan kir ku ew ê vê pergalê biguherînin.