Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne

img
MÛGLA - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Mûglayê Hasan Yildirim diyar kir ku ew dixwazin li Mûglayê tiştek yekemîn bikin ku parlamenterek bijêrin û bişînin Meclisê. 
 
Partiya Çepên Kesk li Mûglayê û li her derê xebatên xwe yên hilbijartinê bi hemû leza xwe didomîne. Vê carê Partiya Çepên Kesk ku bi armanca parlamenterekî ji Mûglayê bişîne Meclisê, xebatên xwe bê navber didomîne. Namzetê parlamenteriyê yê Mûglayê Hasan Yildirim, diyar kir ku heke ew bê hilbijartin dê elewî, kurd û hemû gelên bindest bibin dengê xwezayê.
 
HASAN YILDIRIM KÎ YE?
 
Hasan Yildirim kurdê elewî ji Dêrsimê ye di sala 1972’yan de li Amedê ji dayik bûye. Yildirim ê ku ciwantiya xwe li Amedê derbas kir, di sala 1991'an de li Zanîngeha Afyon Kocatepeyê li Fakulteya Zanistên Îktîsadî û Îdarî dest bi xwendinê kir, lê neçar ma ku xwendina xwe dirêj bike. Di sala 1995’an de ji ber sedemên siyasî hat girtin û heta ku dosyeya xwe beraat nekir, nekarî vegere zanîngehê. Di sala 2001'an de dema vegeriya, beşdarî çalakiyên kolektîf ên li ser daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî li zanîngehan bû û salek din hate rawestandin. Lê belê di sala 2003'yan de hê dikaribû zanîngehê biqedîne. Hasan Yildirim ê ku di navbera salên zanîngehê de li Bodrumê bi cih bû, di sala 1998’an de bû Serokê Navçeya Bodrumê yê Partiya Demokratîk a Gel (HADEP).
 
Hasan Yildirim
 
‘ZEXTÊN DEWLETÊ LI SER ME HENE’ 
 
Yildirim anî ziman ku ji ber ku Dêrsimî ye kurd e, elewî ye û komunîst e, zextên dewletê li ser malbata wî heye û got: “Ez ji malbateke siyasî têm, malbata min di bin serweriya tevgera çep de bû. Bi taybetî piştî darbeya 1980’î hem li ser malbata min û hem jî li ser xizmên me yên li gund ji aliyê dewletê ve em bi zextên giran re rûbirû man. Gelek rêbazên îşkencekirinê yên wekî binçavkirin, girtin, heta bi helîkopterê û dadgehkirina bi mirinê li ser malbata min hatine sepandin.” 
 
Yildirim got bi hişmendiya ku di salên zanîngehê de lê peyda bûbû, ji wê demê ve di nava têkoşînê de ye. Yildirim da zanîn ku ew di ferqa her cure polîtîkayên înkarê de ye û bi vê hişmendiyê bû namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk.
 
‘EM NÊZÎ BIJARTINA PARLAMENTEREKÎ NE’ 
 
Yildirim bal kişand ser gotinên ku dibêjin îhtimaleke mezin wê parlamenterek ji Muglayê bê bijartin û wiha got: “Em ji atmosfera hilbijartinê ya sala 2018’an mezintir û xweştir pêvajoyek bi rê ve dibin. Weke Partiya Çepên Kesk, em gelekî nêzî bijartina wekîlekî ne. Di sala 2018’an de rêjeya dengan li Mûglayê zêde bû û derket 44 hezarî. Di van hilbijartinan de bi zêdebûna koçberiya li Mûglayê re, li gel xebatên qadê yên ku em didin meşandin em gihiştin sînorê bijartina namzetekî.”
 
‘DÊ BIBE DENGÊ BINDESTAN’
 
Yildirim bal kişand ser bi pirbûna karkerên di sektora turîzm, înşaet û çandiniyê li Mûglayê û wêrankirina ekolojîk û piraniya kesên ku ji wê wêraniyê bandor bûne û diyar kir ku ev hemû beş dikarin bi dengên xwe biçin Meclisê û dê bibe dengê wan. Yildirim detnîşan kir ku îhtîmala ku parlamenterek were bijartin li Mûglayê heye û wiha got: “Ev dê li Egeyê bibe yekem. Ji ber ku ez di rêza yekem de me, dema ku rewşa me ya parlamenteriyê çêbibe, ez ê li parlamentoyê bibim alîgir û dengê kedkarên bindest, ez ê bibim dengê jinan, ekolojîstan, kurd û elewiyan. Ez ê ji bo derdoreke ku her kes bi azadî bijî û baweriya xwe biaxive bixebitim.”