Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e

img
ÎZMÎR – Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku di çalakiya Platforma Elewiyan a Îzmîrê de axivî, got: "Gelên me bibiryar in ku rejîma qesrê bişînin û doza guherînê dikin. Navnîşana vê guherînê jî Partiya Çepên Kesk e." 
 
Platforma Elewiyan a Îzmîrê bi mijara "Di têkoşîna hevwelatîbûnê û komara dmeokratîk de elewî û Partiya Çepên Kesk" li dar xist. Çalakî li Bazara Yamanlarê hat lidarxistin. Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îzmîrê Canan Kebenç Ozkan û Îbrahîm Akin û Parlementerên HDP'ê Kemal Bulbul û Zeynel Ozen bi elewiyan re civiyan. Li qadê pankartên ku li ser "Em bi semaha azadiyê zilma Dehaq birûxînin, em bi heqîqeta kedê bajarê Rizayê ava bikin" û "Bi hevwelatîbûnê ber bi komara demokratîk ve" nivîsandî hatin daliqandin. Çalakî bi govendgerandinê dest pê kir. Di çalakiyê de deqeyek ji bo kesên ku di rêya heqîqetê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk û Namzetê Parlementeriyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin ku di çalakiyê de axivî, anî ziman ku dîroka Tirkiyeyê bi hilbijartinekê re rû bi rû ye û got: "Me di sed salên Tirkiyeyê rojên pri xirab dîtin. Jixwe hûn dizanin bê di vî 20 salê dawî de çi bûye. Ez careke din bibêjim; me li ber vê rejîma qesrê ya ceberût çok danenî. Lê em ji heq tiştekî derketin. Gotin, lîstikên osmaniyan naqedin. Lê em ji heq dek û dolabên wan derketin. Dixwazin HDP'ê bigirin, lê va em li vir in. Li vê qadê em serbilind in. Niha hin hevalên me yên rêveberên HDP'ê di binçavan de ne. Em silavên xwe ji wan hevalan re dişînin. Ne bi tenê ne. Hêja Denîz Poyraz em ê te jibîr nekin. Em ê hesab bipirsin. Em ji ber kirinên wê ehsab ji vê desthilatê bipirsin. Rejîma qesrê ditirse. Ji wan tirê bi binçavkirina hevalên me dê xebatên me asteng bikin. Ev gel dê di 14'ê Gulanê de bersiveke wiha bide ku hûn careke din nikaribin li nav çavê gel binerin. Gelên me bibiryar in ku rejîma qesrê bişînin û doza guherînê dikin. Navnîşana vê guherînê jî Partiya Çepên Kesk e." 
 
DENGEK JI PARTIYA ÇEPÊN KESK RE DENGEK JI KILIÇDAROGLÛ RE'
 
Akin destnîşan kir ku ew soz didin ku dê komara demokratîk ava bikin, dê Serokatiya Karên Diyanetê biguherînin û dê hemû welatî li gorî bîr û baweriyên xwe tevbigerin û got: "Dengek ji Partiya Çepên Kesk re dengek ji Kiliçdaroglû re." 
 
Piştî axaftinan Koroya Jinan a Ozgecanê û hunermend Ayfer Duzdaş derketin ser dikê.