Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin

img
ÊLIH - Partiya Çepên Kesk dê sibe li Parka Jinan a 8’ê Adarê bi tevlibûna dehhezaran mitîngê li dar bixe. Siyasetmedaran ji bo tevlibûna mitîngê bang li gel kirin. 
 
Partiya Çepên Kesk dê sibe li Parka Jinan a 8’ê Adarê ya li Taxa Çandê ya Êlihê mitîngê li dar bixe. Amadekariyên mitîngê bi dawî bûn. Mitîng dê saet di 13.00’an de dest pê bike û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û namzetên parlamenteriyê yên bajar tev li bibin. 
 
Tê payîn ku bi dehhezaran kes tev li mitîngê bibin. Hevserokê HDP’a Êlihê Huseyîn Sarik têkildarî mitîngê axivî û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo gelê kurd pir girîng e. Divê hemû kes bi vê zanebûnê nêzî hilbijartinê bibe. Xelkê Êlihê bi tevlibûna dehhezaran û bi tijekirina qadan bersivê bide. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku tev li mitîngê bibin. Serkeftin dê bi saya gel û berxwedêran be.” 
 
LI BENDA TEVLIBÛNA DEHHEZARAN IN 
 
Rêveberê Rêxistina Partiya Çepên Kesk Akîf Akin jî banga tevlibûneke xurt kir û ev tişt anî ziman: “Em tevahiya gelê xwe vedixwînin mitînga sibe. Em di wê baweriyê de ne ku her 5 parlamenteran jî derxînin. Em ê partiyên pergalê li vir bikin partiyên tabela. Em ê sibe bi vê baweriyê qada mitîngê tije bikin û berxwedana xwe raber bikin. Banga tevlibûna mitîngê li tevahiya gel dikim.”
 
Rêveberê DBP’a Êlihê Mahmût Sagir jî da zanîn ku ji bo mitîng xurt derbas bibe bi roja ye li qadan dixebitin û wiha derbirî: “Em tevahiya ciwanan, jinan û gelê xwe vedixwînin mitînga mezin.”
 
AMADEKARÎ TEMAM IN
 
Serokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (Arî-Der) parêzer Mazlum Buksel jî got ku amadekariyên mitîngê bi dawî bûne û banga tevlibûna li tevahiya gel kir.