Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin

img
HATAY - Partiya Çepên Kesk ji bo civîna gel a dê sibê bi tevlibûna Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li navçeya Dortyol a Hatayê li dar bixe bang li welatiyan kir. 
 
Partiya Çepên Kesk dê sibê li Taxa Mezbaxane ya navçeya Dortyol a Hatayê saet di 18.00’an de civîna gel li dar bixe. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SKYP) Canan Yuce tev li bin. Endamên partiyan ji bo civîngê banga tevlibûnê li gel kirin. 
 
‘JI GELAN RE BANGA GUHERTINÊ’ 
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Hatayê Mehtap Sert bi bîr xist ku li Hataya ku hêj gelek mirov di bin kavilan de ne, ji roja ewil ve dewlet nîne û anî ziman ku bi piştevaniyê birîn hatin dermankirin. Sert, diyar kir ku namzetin ku sindoqên bi keskî, Meclisê jî bi xemrî boyax bikin û wiha got: “Ji ber em kurd, tirk, elewî û sunî ne. Em zarok in ciwan in, jin in û ji bo em gotina we li Meclisê bibêjin em daxwaza dengê we dikin. Em we hemûyan vedixwînin civîna gel a sibê dê bi vê dirûşmeyê li dar bixin.”
 
‘EM VÊ PERGALA ZORDAR BIŞÎNIN’  
 
Yek ji namzetê parlamenteriyê Ozgur Yilmaz ji bo civîna gel a sibê li Dortyolê were lidarxistin banga tevlibûnê kir û wiha got: “Ji bo ku em di hilbijartinên Serokkomariyê û parlamenteriyê yên di 14’ê Gulanê de bên kirin, desthilata zordar a pêşeroja welat dizî, pêşeroja zarokên me ji holê rakir, di erdhejan de gelê me bê bêhn hişt bişînin we hemûyan vedixwînim civîna gel a sibê em li navçeya Dortyol a Hatayê li dar dixin.”
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hatayê Hulya Ateş jî wiha got: “Ji bo ku em her derê bi rengê keskî boyax bikim em hemû gelê xwe vedixwînin civîna gel a li Dortyolê.”