Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin

img
MÊRDÎN - Namzetên Partiya Çepên Kesk ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê cara ewil bi girseyî daketin qadan, diyar kirin ku dê îktîdara AKP-MHP’ê di 28’ê gulanê de têk bibin. 
 
Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê cara ewil li Mêrdînê bi girseyî dakete qadan. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz li Nisêbînê, Bêrîtan Guneş li Dêrikê, George Aslan li Mîdyadê û Kamûran Tanhan jî li Qoserê bi gel re hate ba hev û çûn serdana esnafan. Aydenîz û şandeya pê re li Nisêbînê rastî eleqeyeke mezin a gel hatin. 
 
Aydenîz, rexneyên welatiyan guhdar kir û wiha got: “Gelo hûn amade ne ku em karê xwe yê di 14’ê Gulanê de nîvco mayî di 28’ê gulanê de temam bikin?” Welatiyan piştgirî dan Aydenîz û ji welatiyan yekî jê wiha got: “Ewi bi TIR’an jî bi ser me re derbas bibin em ê dîsa jî dengê xwe bidin. Em ê dengê xwe bi vekirî bidin.”
 
Di dema serdana esnafan de Aydenîz û şandeya pê re bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.