Banga ji bo tûra duyemîn: Dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne

img
AMED - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren destnîşan kir ku dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne û bang kir ku di 28'ê Gulanê de her kes biçe ser sindoqan. 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren, bal kişand ser girîngiya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ku dê di 28'ê Gulanê de bên kirin û ji bo çûna ser sindoqan bang li her kesî kir. 
 
'EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN'
 
Eren anî ziman ku desthilatê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de hemû derfetên dewletê bi kar aniye û got ku ji ber vê hilbijartinên 14'ê Gulanê bi awayekî adil nehatine kirin. Eren wiha axivî: "Ji wezîrên dewletê bigire heya bi dozger, walî, qeymeqam û fermandaran hemû ji bo desthilatêx ebitîn. Her wiha kesên li ser sindoqan hatin wezîfedarkirin jî piraniya wan kesên nêzî desthilatê bûn. Lewma em di 28'ê Gulanê de hem dengê xwe bidin hem jî xwed li dengê xwe derkevin. Ji lew re ev desthilat herî zêde bi diziyê dizane. Bê guman ev dizî wê bidome. Lê ji bo pêşîgirtina li diziyê mirovên me dikarin bibin muşahid û dikarin roja hilbijartinê pêşî li ber hîle û xurdeyan bigirin." 
 
'ÇIMA DIVÊ EM BIÇIN SER SINDOQÊ?'
 
Eren bang li kesên ku di 14'ê Gulanê de neçûne ser sindoqan û hemû kesan kir ku dengê xwe bi kar bînin û wiha got: "Ji bo guherandina pergaleke ku rêza wê ji bo mafê bijartin û hilbijartinê tune ye û bi dehan wekîlên me bi neheqî girt, ji bo guheradina pergaleke ku çavkaniyên gel berpêşî alîgirên xwe dike divê em biçin ser sindoqê. Ji bo guherandina pergala ku guh li biryarên DMME'yê nake, darazê , civak û siyasetê wekî amûreke dîzaynkirinê bi kar tîne divê em biçin ser sindoqê. Ji bo rabûna li ber feraseta ku zimanê me û çanda me qedexe dike û rê li ber derfetên me yên jiyanê digire em biçin ser sindoqê. Ji bo bidawîkirian rejîma yekzilamî, ji bo guherandina pergala ku vîna gel tune dihesibîne, ji bo guherandina pergala ku rêza wê ji mafê fikir û ramanê re tune ye divê em biçin ser sindoqê. Ji bo meseleya kurd, ji bo demokrasiya xwecihî divê em biçin ser sindoqê. Heke em biçin ser sindoqê, em ê karibin azadî û edaletê pêk bînin." 
 
‘DENGEK DIKARE BIBE ÇARENÛSA 85 MILYONÎ'
 
Eren destnîşan kir ku dengeke dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne û got: "Hilbijêrên ku heya niha neçûne ser sindoqê jî divê hay jê hebin ku dikarin rewşa aborî, siyasî, civakî û hiqûqî ya Tirkiyeyê biguherînin. Divê em bi vê bîr û baweriyê biçin ser sindoqê." 
 
MA / Cengîz Ozbasar - Eylem Akdag