Çeper li Tirkiye teng dibe

img

ENQERE – Îktîdara AKP'ê bi dirêjkirina pêvajoya OHAL’ê bertekên li dijî xwe zêde dike. AKP li derve jî bi polîtîkayên nakok ên Navneteweyî ketiye nava grêka kor. Bi taybetî Tirkiye di NATO de cihê xwe winda kir, muzakereyên endamtiya NY'ê hatin rawestandin û firotina çekan hatin sekinandin. Razemeniyên aboriyê û geşedanên şerê navxweşî yên Sûriye siyaseta Enqereyê xetimand. 

Îktîdara AKP'ê ku bi polîtîkayên OHAL'ê di polîtîkaya navxweşî de ket nava zor û zahmetiyan, bertekên li dijî wê jî zêde dibe. AKP li derve jî bi polîtîkayênk navneteweyî ketiye nava grêkên kor û xebitimeye. AKP, bi taybetî ji ber polîtîkayên xwe yên derve statuya xwe yê di NOTO de winda kiriye. Muzakereyên Yekîtiya Ewropa hatin rawestandin. Firotina çekan hat sekinandin. Geşedanên Navxeyî yên Sûriye û geşedanên din polîtîkayên Tirkiye xetimand. Tirkiye ji ber dixwaze pirsgirêka kurdan bêyî kurdan çareser bike, di qada navneteweyî de jî tengav bûye. 
 
TIRKIYE DI NATO DE STATUYA XWE WINDA KIRIYE
 
Tirkiye di qada navneteweyî de hevkariya xwe ya stratejîk a endamtiya Pakta Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) xistiye nava rewşek krîtîk. 
Rola sereke ya Tirkiye, di dorpêçkirina Rûsya de barageha navendî bû. Piştî Rûsya belav bû, têkiliyên kurevî li Rojhilata Navîn ji nûve hatin sazkirin. Piştî aktorên nû di serdema nû de derketin holê rol û bandora Tirkiye ya di NATO de guhert. Piştî Tirkiye balafira Rusya xist, bi lezgîn NATO di çarçoveya xala 5'an de dawetî civînê. Lê ev daxwaza wê hat redkirin. Ev jî bû sedema cihê wê yê nû. 
 
Bi îdîaya tev li hewldana dardeya 15'ê Tîrmehê bûne nêzî 200 subayên li NATO peywirdar çûn Almanya û li wir bi cih bûn. Vê yekê têkiliyên di navbera Tirkiye û NATO de bir cihekî din. Bi taybetî piştî daxuyaniya NATO ya Navenda Fermanê ya Brukselê ya "Ne pêkan e subayên tirk terorîst bin' wekî helwesta NATO ya li Hemberî Tirkiye ya serdema nû tê nirxandin. 
 
Li aliyê din piştgiriya hêzên koalisyonê yên ku NATO piştgiriyê dide wan a bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re, nîşan dide ku Tirkiye statuya xwe ya di NATO de winda kiriye. 
 
Piştî Tirkiye ji Rûsyayê pergala parastinê ya S-400 kirî ev daxuyaniyên li dijî Tirkiye zêde bûn. 
Li gorî gelek pisporên leşkerî û siyasî, ji ber rolên generalên "Avrasya" diparezin, NATO dest ji parvekirina agahiyên stratejîk a bi Tirkiye re rawestand. 
 
ŞIRÎKATÎYA BI DYA'Ê RE DERBASÎ MUTTEFİKÊ BÛ
 
Têkiliyên Tirkiye û DYA jî di demên dawî de pir bi rageşî ne. Daxuyaniyên Senatoya DYA yên dem dem hişkbûna DYA ya li dijî Tirkiye nîşan dide. Berpirsiyarê Tirkiye yê Konseya Têkiliyên Derve ya Senato Steven Cook, got "Turkiye muttefikê me ye, lê êdî şirîkatiya me tune ye." 
 
Endamê Komisyona Têkiliyên Derve yê Sanatoya DYA'yê Ben Cardin piştî pergala parastinê ya S-400 hat rojevê, got "Ger ku ev firotin zêde bibe, xuya dike ku helwesta li dijî Rûsya, Îran û Koreya Bakur a xala 231’an îhlal dike" 
 
Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan ku ji bo Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyi (NY) çû DYA'ê, ji ber DYA der barê parasvanên wî de biryara girtinê da, parazvanên xwe bi xwe re nebirin. Vê yekê bala hemû cîhanê kişand. 
 
Wezîrê Berpirsiyarê Yekîtiya Ewropa Omer Çelîk helwesta DYA ya ji bo alîkariya çekan a bi QSD û hêzên Kurdan re kiriye û got "Hûn dibînin kesên alîkariya çekan bi rêxistinek terorê re dike, ambargoya çekan dide ser me" û bal kişandibû ser xwe.  
 
DIBE DOZA ZARRAB DIRÊJ BIBE
 
Welatiyê Tirk ê Îranî ku nêzî hikûmetêye Reza Zarrab piştî li DYA hat girtin, Cîgirê Midûrê Giştî yê Halkbankê  Hakan Atilla li DYA ha girtin. Piştre ji dosya Zafer Çaglayan ê ji bersûcên pêvajoya 17-25'ê Kanûnê tê darizandin jî hat zêdekirin. Pişti dosyaya Çaglayan jî li dozê zêde kir, Erdogan got "Ez bêhna genî distînim" û bal kişand rewşa dozê û milekî wê digêje wî. Xuya dibe ku şaxek lêpirsînê bigêje AKP'ê. 
 
BERLÎN CARA YEKEM GEFA ÇEK Û ABORIYÊ LI TIRKIYE XWAR
 
Di demên dawî de alozî, rageşî û nakokiyên di navbera Tirkiye û Almanyayê de zêde bûn. Ji ber ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Almanya de hatin rakişandin, Çapemeniya Alman got "Berlin yekem car amûrên îşkenceya aborî nîşan da" Hikûmeta Alman bang li Tirkiye kir ku peymana Yekîtiya Gumrukê nû neke. Tirkiye ku deynê wê yê derve 300 milyar dolar heye, Almanya di milê ambargoya aborî de zextên lezin li Tirkiye dike. Tirkiye herî zêde çekan ji Alman û DYA temîn dike. Ger ku Almanya ambargoya çekan dîne ser Tirkiye dê têkeve rewşek pir xerab. 
 
TIRKIYE JI BERJOR BERÎ DA BERJÊR A YE'yê 
 
Ji ber Tirkiye di milê parastina mafên mirovan, hiqûq, edalet û krîterên demokrasiyê pêk neanî, Yekitiya Ewropa (YE) muzakereya bi Tirkiye re ku di sala 2005'an de dest pê kir û Tirkiye ber bi entamtiya tam ve hilbijor çû, niha berbijêr ve diçe. YE di civina Cotmehê de dê rewşa endamtiya Tirkiye ya YE'ê zelal bike. 
 
REFERANDÛMA KURDISTANÊ 
 
Herêma Kurdistana Bajûr a Iraqê biryar da ku di 25'ê Îlonê de referanduma Serxwebûnê pêk bîne. Herî zêde Tirkiye li dijî vê yekê derket. Li gel daxuyaniya Enqere Hikûmeta Herêmê destnîşan kir ku dê di 25'ê Îlonê de referandumê pêk bîne. Tê axaftin ku polîtîkayên PDK û AKP'ê yên ser bi ser dikeve talûkeyê. Tê diyarkirin ku rastiya Kurdistana Serbixwe dê Tîrkiye bêtir têxe nava zahmetiyan. 
 
LI SÛRIYE PIRSGIRÊKA KURD
 
Tirkiye di têkiliyên navneteyî de herî zêde krîza pirsgirêka kurd dijî. Pirsgirêka kurd li Sûriye jî Tirkiye bêzar dike. Tirkiye tevî hemû hewldanan hêza kurd li Sûriye operasyonên herêma Reqqa û Deyr El Zor bi serkeftî berdewam dike. Pispor diyar dikin ku şerê li Sûriye dê li Idbilê bi dawî bibe. Diyar dikin ku Tirkiye ya piştgiriyê dide rêxistinên darîkal dê têkeve nava grêka ku ji nava wê dernekeve. 
 
MA / Deniz Nazlim