Temellî: Em ê bi namzetê xwe û namzetê Tirkiyeyê bikevin hilbijartinê

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî hilbijartinê wiha got: “Ji ber em partiya Tirkiyeyê ne, em ê bi namzetê Tirkiyeyê bikevin hilbijartinê. Em ê bi nazmetên xurt bikevinê, ji ber ku bernameya me ya xurt heye. Ji bo em van bernameyan bixin meriyete, em ê hemû bi hev re bixebitin.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna heftane ya koma xwe ya li Meclîsê li dar xist. Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, nûnerên sendîkayên girêdayî KESK’ê û gelek karker bi baretên xwe kar beşdarî civînê bûn. Ji ber endamên BES'ê qedexeya wan a têketina Meclîsê heye, nikaribûn beşdarî civînê bibin. Karkeran di civînê de slogana “Bijî Yek Gulan” berz kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî mijarên rojevê axivî. Temellî bi gotina “Bijî Yek Gulan” dest bi axaftina xwe kir û pişt re siyasetmedarên girtî, kedkar û karkerên beşdarî civînê bûn silav kir. 
 
‘EM BI HIŞ XWARINEKÊ RE RÛ BI RÛ NE’ 
 
Temellî axaftinên Serokomar Erdogan ên têkildarî dovîzê renxe kir û got: “Dibê niha wê derbasî zêran bibin. Zêra wek çariyek ku bi kurê xwe ve daniye dizane. Ew zêr jî bi dovîzê tê sitendin. Li Îngîltereyê bi  pereyê te benîştek nayê kirîn. Tu çi bikî û zêra bi çi bikirî? Em bi rewşek wiha re hev rû ne. Em bi kesek hişê xwe xwariyê re rû bi rû ne.” 
 
‘EM Ê HESAB PIRSÎNA TAKSÎMÊ DEWAM BIKIN’ 
 
Temellî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkbûna pîrozbahiya Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê û got: “Bi wesîleya 1’ê gulanê ez hemû karkeran bibîr tînim. Dê evîna me ya Taksîmê xelas nebe. Em ê li cihek din li hev kom bibin, lê em ê hesabê Taksîmê biprisin. Herî zêde kedkar û karker bûn mexdûrê OHAL’ê.” 
 
‘POLÎTÎKAYA ŞER WAN BER BI TÊKÇÛNÊ VE DIBE’ 
 
Temellî da zanîn ku polîtîkayên şer Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve dibe û wiha domand: “Ji bo em ji van hemûyan re bêjin bes e û rawest e, em di 1’ê Gulanê de li hev kom bibin. Em ê têkoşîna xwe birêxistin bikin.” 
 
‘DI 12’Ê ÎLONÊ DE 1402 HEBÛN Û LÊ NIHA TAKSÎT BI TAKSÎT ÎXRAC DIKIN’ 
 
Temellî wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Divê em îxrackiriyan biaxivin. Ez jî bi KHK’ê hatime îxrackirin û mexdûrê me. Koda min KHK a hejmara 696’an e. Di 12’ê Îlonê de 1402 hebû, lê niha taksît bi taksît îxrac dikin. Bi deh hezaran kes ji karê xwe bûn. Hewla 15’ê tîrmehê dikin bahane û qirkirina karker û kedkaran t3inin. Heke ku bi ser 100 hezar mirov vegere karê xwe dê bi salan bigire. Yek wek min ez bawerim nikare vegere karê xwe.” 
 
‘BEDELÊ RÛXANDINA ZANÎNGEHAN DÊ NIFŞÊ NÛ BIDE’ 
 
Temellî bal kişand ser dabeşkirina zanîngehan û wiha dewam kir: “Dê bedelê vê rûxandina li zanîngehan nifşê nû bide. Zanîngehan jî veguherandin e bazirganiyê. Niha jî Zanîngeha Stenbolê dabeş dikin. Ne bi metirsiyek akademik. Vê desthilatdariyê çav berê eraziyê Zanîngeha Stenbolê daye û di çavê wan de cihê rantê ye.” 
 
Temellî diyar kir ku li yek ji pirsgirêkên bingehîn a qada kedê cînayetên karkeran e û wiha got: “Her sal bi hezaran karker jiyana xwe ji dest didin. Heke ku jîngeha kedê bê demorkatîkkirin dê pêşî li mirina karkeran bê girtin.” 
 
‘DI SERDEMA AKPÊ DE BIKARANÎNA TIRYAKÊ YA CIWANAN REQOR DIŞKÊN E’ 
 
Temellî destnîşan kir ku karkerî derketiye asta herî jor û wiha dewam kir: “Ji ber bê kariye di nav ciwanan de di serdema AKP’ê de bikaranîna tiryakê reqor dişkêne. Bi sed hezaran ciwan bê kar in. Hemû ciwanên me kaş dikin nav bikaranîna tiryakê.” 
 
Temellî bertek nîşanî biryara Walîtiya Enqereyê ya ku dirûşma “Bijî Yek Gulan” qedexe kir û yên beşdarî civînê bûn bi deqîqeyan slogana “Bijî yek Gulan” berz kirin. Temellî li miqabilî dirûşmeyan got: “Êdî bihîstiye.” 
 
‘WÊ DEMÊ SÎNORÊ WE OSMANIYEYE’
 
Temellî helwest û gefên “Bajarên kurdan” ê Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman ê li dijî Wekîla Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ku bikar anî jî rexne kir û got: “Serokê Meclîsê qîr dide dibêje ‘Ez nahêlim hûn bêjin ‘Bajarê kurdan.’  Yahu parlamenterên te yên kurd hene. Ew çi dibêjin. Serê sibê ji te re dibêjin ‘Rojbaş.’ Guhê te nabihîze tu ‘bonjour’ fêm dikî. Bêguman ji bo ew mîna Fransiz nêzî pirsgirêka kurd dibin asayî ne. Ev wekîlên kurd ên AKP’î yên dawî ne. Dê ji niha şûn ve tiştek wiha nebe. Dê tabeleyên we yên li bajarê kurdan jî şirketên kargoyê daliqînin. Çunkî dê êdî li wir kurdek jî deng nede we. Heke ku dijminahiya we ya li hember kurdan dewam bike, hûnê êdî nikaribin piyê xwe biavêjin Kurdistanê. Hemin we li Mêsînê îşareta gur nîşan da, wê demê sînorê we Osmaniyeye.” 
 
‘KRÎZÊ HIŞT BIRYARA HILBIJARTINÊ BISTÎNIN 
 
Temellî, da zanîn ku ji ber krîza aborî ya Tirkiye neçar man ku Hilbijartina Zordest bistînin û wiha got: "Li aliyekî dibêjin Tirkiye 7.4 mezin bûye. Li aliyê din bi lez biryara Hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê distînin. Ji ber ku maliyeta vê mezinbûnê gelek zêde ye. Ev yek êdî bandora xwe li ser gel dike. Ne tenê mafê mirovên niha, mafê mirovên pêşerojê jî desteser dikin. Ne tenê saziyên dewletê, saziyên taybet jî ketine bin deynan. Tirkiye ketiye nava deynan. Ji ber vêyekê diyar dikin ku dê OHAL'ê dirêj bikin. Em jî dibêjin hûn meraq nekin. Em dê di 24'ê Hezîranê de we paqij bikin." 
 
‘QEYÛMÊ IMF’Ê DUH DERVîŞ ÎRO BAHÇELÎ YE’
 
Temellî, bal kişand ser krîza aborî ya 2001'an û wiha got: "Di krîza 2001'an de  ÎMF’ê Kemal Dervîş weki qeyûm tayîn kir Wê demê şirîkê Koalisyon Bahçelî bû. Niha dîsa Bahçelî ye. Niha em binerin dê kijan qeyûm tayîn bike. Wê demê pisporê ÎMF'ê Krueger digot divê heqê herî kêm danekeve kêmî 400 dolarî. Yên dibêjin me deynê ÎMF’ê da, fermana herî muhîm ya ÎMF’ê xistin meriyetê. Niha heqê herî kêm daxistin jêra 400 dolarî. Ev buhayê sefaletê ye. 
 
Temellî, anî ziman ku rojek berê Mamoste Ayşe tevî zaroka hembêza xwe hat girtin û niha 700 zarok tevî dayikên xwe girtî ne û wiha got: "618 zarokên koçber ên sûriyeyî hene. 800 hezar zarokên sûriyeyî nikarin perwerde bibin."
 
KOMKUJIYA ERMENIYAN 103 SALIN ÎNKAR DIKIN
 
Temelli, da zanîn ku di 1915’an de li dijî ermeniyan komkujî pêk hat û wiha got: "Îro 24 Nîsanê ye. 103 salin hêj komkujiya ermeniyan înkar dikin. Me bi hevre winda kir û em êşa vê yekê hêj dijîn. Birîn yên me tevan in. Heta înkara vê komkujiyê bidome, dê nifrîn jî bi dawi nebe. Ger ku em li meclîsê bi vê rastiyê re rû bi rû nebin ev birîn tu carî derman nabe." 
 
'ZILMA WE DÊ DI 24'Ê HEZÎRANÊ DE VEMRE'
 
Temellî  da zanîn ku dê di 24'e Hezîranê de ev zilm bi dawî bibe û pêde çû: "Ev biryara hilbijartinê ya 'Hilbijartina panîkê ye' Dixwazin demek berî demekê bikin û wekî malê xwe ji agir birevînin. Di 16'ê nîsanê de dizî kirin û niha dixwazin kilif lê bikin. Hemû planên we yên hilweşandinê dê yek bi yek hilweşin. OHAL û zilma we dê di 24'ê Hezîranê de hilweşe. Em yên di Newrozê û 1'ê Gulanê de tên cem hev em dê di 24'ê Hezîranê de dawî li vê zilmê bînin. 
 
Divê em ewlehiya hilbijartinê sist negirin. Divê em baş tedbîran bistînin û ewlehiya wê baş biparêzin. Ev hilbijartin dê ji bo me bibe hilbijartina têkoşîna demokrasî û aştîyê. Em bi hemû gelê xwe re meclîsê ewlehiya sindoq û hilbijartinan ava bikin. Bila ev meclîsên bên avakirin li sindoqan xwedî derkevin. Şîfreya vê yekê di xebata 7 roj 24 saetan de veşarî ye. Divê em bi şev û roj bê navber bixebitin.