Rêveberên HDP û DBP’ê: Dîlok ji hilbijartinê re amade ye

img

DÎLOK - Hevserokên HDP û DBP’ê yên Dîlokê, diyar kirin ku dê hin zûtir demokrasî bê welat û gotin: “Hilbijartin ji bo gel fersendek mezine ku AKP’ê têk bibin. Em ji hilbijartinê re amadene.”

Nirxandinên li ser biryara hilbijartina zordest a di 24’ê Hezîranê bê lidarxistin mezin dibin. Di hilbijartina  Serokomariyê û parlamenteriyê de têkoşînek xurt tê dayîn.  Piştî biryara hilbijartina zordest hat dayîn, partiyên Dîlokê jî, ji bo xebatên hilbijartinê zend û bendên xwe badan. 
 
Rêveberiyên HDP’ê û DBP’ê yên Dîlokê hilbijartina zordest nirxandin û wiha gotin: “Em li benda biryarek wiha bûn. Ji ber vê ji berê de dest bi xebatan kirin. Em armanc dikin ku di 24’ê Hezîranê de 3 wekîlan bişînin meclîsê.”
 
‘DÊ PLANA AKP-MHP’Ê VALE DERBIKE’
 
Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Muslum Kilinç, diyar kir ku li welat û Rojhilata Navîn pêşketinên awarte tên jiyîn û wiha axivî: “Di rewşeke wiha de biryara hilbijartinê hat girtin. Îtîfaqa AKP û MHP’ê dixwaze dinava vê rewş û gengeşiyê de bi hilbijartina zordest qezenc bike. Lê ev planên wan dê di hilbijartinê de vale derbikeve.”
Kilinç, anî ziman ku ew ji bo hilbijartinê amade ne û wiha bi dawî kir: “Ji xwe berdevkên partiya me gotibûn dê hilbijartina zordest pêk bên. Ji bo em hesreta gelê xwe yê demokrasiyê û mafê mirovan pêk bînin, em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.  Me bi hemû hevalên xwe re starta hilbijartê da. Em ê li Dîlokê li hemû deriyan bidin û bikevin hemû kolanan.”
 
‘HIKÛMET XWE DIXWAPÎNE’
 
Hevserokê DBP’ê yê Dîlokî Abdullah Înce jî, anî ziman ku hikûmet nikare welat birêve bibe û wiha axivî: “Ji ber vê biryara hilbijartina zordest girtin. Wisan difikirin ku dê di vê hilbijartinê de jî qezenc bikin. Lê xwe dixwapînin. Ger di vê hilbijartinê de AKP têk biçe, dê demokrasî bê welat. Ev hilbijartin ji bo vê yekê fersendek mezine.”
 
Înce, destnîşan kir ku hikûmet di her qadê de tengav bûye û wiha got: “Di polîtîkayên derve de û aboriyê de pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Gel di ferqa hemû tiştî deye. Bi hilbijartina zordest hewl didin gel razînin û cardin desthilatdariyê qezenc bikin, lê bi vê yekê xwe dixapînin. Piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê şer derket. Li ser xwînê siyaset kirin. Gel dê di hilbijartinê de bersiva herî xurt bide wan. Hikûmeta di 7’ê Hezîranê de ji gel şeqam xwar, dê di 24’ê Hezîranê de jî heman şeqamê bixwe. Dê 24’ê Hezîranê bibe dubareya 7’ê Hezîranê.”