Bîlgen: Wekî balansa rota wê xera bûye wê dikişîne rastê

img
ENQERE - Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, îtîfaqa di navbera CHP, Partiya ÎYÎ, DP û SP'ê de nirxand û diyar kir ku îtîfaq dişibe erebeya ku balansa rota wê xera bûye her dem dikişîne milê rastê. 
 
Piştî AKP'ê û MHP'ê biryar dan ku di 24'ê Hezîranê de Hilbijartina Zordest pêk bînin, niqaşên li ser ewlehiya hilbijartinê, îtîfaq, namzet û pêşeroja Tirkiye berdewam dikin. Hêdî hêdî navên ji bo namzetiya Serokomariyê diyar dibin. Di  vê pêvajoya ku niqaş zêde dibin de Partiya ÎYÎ, CHP, Partiya Demokrat û Partiya Saadetê hatin cem hev û ji bo hilbijartina parlamenteran îtîfaqa xwe îlan kirin. HDP jî li dervê îtîfaqê hiştin. Ev yek bû mijara niqaşan. 
 
Têkildarî mijarê Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, nirxandin kir û diyar kir ku wekî maşîna ku balansa rota wê xera bûye û her dem wê dikişîne milê rastê. Bilgen, anî ziman ku ew berî her tiştî ji berjewendiyên partiyê zêdetir berjewendiyên Tirkiye esas digirin û wiha got: "Ev îtîfaq bûye wekî maşîna ku balansa rota wê xera bûye û wê dikişîne milê rastê. Me xwest fikr û nerînên cuda bi hevde vînek hevpar nîşan bidin. Li derve hiştina me zerarê neda me. Lêgerinên me yên bi partiyên çepgir û partiyên kurdan re berdewam dikin. Em dibînin ev pêvajoya îtîfaqê ji aliyê Partiya ÎYÎ ve hat rêvebirin û stratejiya wê diyar kir. Ji ber vê yekê divê CHP û SP vê rewşê ji hilbijêrên xwe re bîne ziman." 
 
 
MA / Hayri Demir