Piroglu: Ji bo rûxandina vê pergalê tekane alternatîf HDP ye

img
STENBOL – Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Mûsa Pîroglû, diyar kir ku tekane alternatîfa ji bo rûxandina pergala heyî HDP ye û got: “HDP û şerê ku HDP temsil dike hêviya vî welatî ye. Ev hêvî carekê mezin bû, şîn bû. Em ê pêşerojê ava bikin.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Mûsa Pîroglû hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê, îtifaqa AKP-MHP’ê nirxand. Pîroglû diyar kir ku sedema herî girîng a biryara hilbijartina zordest pirsgirêkên aborî ne. Pîroglû, destnîşan kir ku xeletiya polîtîkayên derve jî AKP’ê ber bi hilbijartina zordest ve biriye. Pîroglû, diyar kir ku ev hilbijartin hem ji bo AKP’ê hem ji bo hêzên ku wan temsil dike hem jî ji bo gelên bindest û çîna karkeran fetlonekek girîng e. Pîroglû diyar kir ku windakirina hilbijartinê ji bo Erdogan tê wateya tunebûyînê, tê wateya tunebûyîna qesrê û dê bi vê re kesên berjewendîperest ên li dor wê jî bên lêpirsînkirin. 
 
Pîroglû îtifaqa ku navbera CHP, ÎP, SP û DP’yê de jî nirxand û destnîşan kir ku dê bi vê tifaqê re tenê siya bindestan û gelan bimîne, lê belê dê xwemaliya wê tu carî nekeve navê. Pîroglû, anî ziman ku pêdiviya vê îtifaqê bi dengên elewiyan, kurdan û karkeran heye û CHP jî baş hay ji vê heye. 
 
‘TEKANE ALTERNATÎF HDP YE’ 
 
Pîroglû, diyar kir ku li hemberî îtifaqên hatine çêkirin tekane riya alterantîf HDP ye. Pîroglû got, li holê du enî hene, ji vana yek jê bi terhê otorîteriya Erdogan ku hêleke wê restorasyona rastgiriyê ye û ya din jî HDP ye. Pîroglû, destnîşan kir ku li hemberî pergalê tekane partiya alternatîf HDP ye û got: “Li hemberî pergala kapîtalîst, tekparêze,otoriter, antî demokratîk em tekane hêza alternatîf in. Di asasê xwe de jî diviya ku em ji wan cuda bin û wisa jî bû. Wê alternatîfa nû jî li bir bê avakirin.” 
 
Pîroglû, anî ziman ku îtifaqa ku ji aliyê CHP’ê ve hatiye avakirin plan dike ku di tûra duyem de nêzî HDP’ê bibe û got: “Bi hêleke xwe ev yek mimkun e. Eger di tûra duyem de namzetê bê nîşandan daxwazên bindestan, gelê kurd, daxwazên HDP’ê û daxwaza ji bo qanûneke bingehîn a nû bûne rojevê û esas bigire dê ev yek bi awayekî pêkan be.” 
 
Pîroglû, bi lêv kir ku tekane tişta ku koalisyona AKP-MHP’ê bide gelan dojeh e û ji bo rawestandina vê dojehê divê ew gav bi gav têkoşînê bilind bikin. 
 
‘ŞERÊ KU HDP TEMSÎL DIKE HÊVIYA VÎ WELATÎ YE’ 
 
Pîroglû, diyar kir ku tu tiştekî ku koalisyona AKP-MHP’ê bide gelan nemaye û ev îtifaq tenê dikare şer û pevçûnê zêdetir bike. Pîroglû got: “Mafê jiyanê yên jinan nemaye. Bi tu awayî mafên elewiyan naxuyê. Tu tiştekî ku gelek kurd ji dewletê ya ku AKP wê temsil dike bigire nemaye. Xwazî bila îtifaqa bi bi MHP’ê re hebe û xwazî bila tune be, ji xwe AKP bi awayekî xwe bûye MHP. Loma ew MHP’ê wisa hêsan li hev dikin. Hemû polîtîkayên şer destek dike. Hemû polîtîkayên neolîberla disepîne. Tekane berpirsiyarê zêdebûna xizanî û sefalete ye. Serdemeke ku dewlemend bêtir dewmelend dibe, şer bêtir gur dibe dan der. Û ji bo pêşerojê tu tiştekî ku wehd bikin tune ye. Tiştekî hêsan heye; tiştên dikin nîşaneya tiştên dê bikin bi xwe ye.” 
 
Pîroglû, destnîşan kir ku HDP û şerê ku HDP temsil dike hêviya vî welatî ye û got: “Di serdema herî çewsîner de jî hêvî ye. Di serdema herî nerm de jî ji bo gel bigihên çareseriya rasteqîne hêviya şerê ku bi rê ve dibe. Ev hêvî carekê mezin bû, şîn bû. Ji nav tariyeke eb qasî giran derket. Ji niha û pêve kes nikare me birûxîne. Em ê pêşerojê ava bikin.” 
 
BANG LI GELAN KIR 
 
Pîroglû bang li hemû sosyalîst, karker û xizanên li Tirkiyeyê kir û got: “Derdê me tenê ne rûxandina hikûmeta AKP’ê û qesra Erdogan e. Ji bo rûxandina pergala qesrê ye. Tekane hêza ku dikare vê yekê bike îtifaqa demokratîk ku HDP temsîliyeta wê dike bi xwe ye. Ji bo di vê hilbijartinê de qesrê birûxîne beriya her tiştî divê çend tiştan bike. Qesr ji bo HDP’ê derî sindoqan bihêle her tişt kir û dike. Eger li vir ne em bin tu şensekî wan ê ku qesrê birûxîne tune ye.” 
 
MA / Bilal Seçkin