DEM Partiyê ji bo bernamzetiyên Rihayê bang kir

img
RIHA - Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Rihayê bang li her kesî kir ku ji bo şaredariyên demokratîk, wekhevîxwaz û gelparêz serlêdanên bernamzetiyê bikin. 
 
Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî hilbjartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin, li avahiya partiyê daxuyanî da. Ji endamên komîsyonê Şîlan Kizildamar bi bîr xist ku dê serlêdan di 20’ê kanûnê de bi dawî bibin û wiha got: “Di serî de jin, em bang li hemû kesên dixwazin di bin sîwana DEM Partiyê de feraseta demokratîk, wekhevîxwaz û gelparêz li şaredariyan têxin meriyetê û ji bo rêvebirina bi hev re dikin ku serî li partiyê bidin.”