Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Ocalan bertek nîşanî wekîlê AKP’î dan

img
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan ji wekîlê AKP’ê yê bertek nîşanî gotinên “Birêz Ocalan Serokekî siyasî yê ku bi milyonan kesan gotiye vîna min a siyasî ye” yên li Meclisê hatin gotin re, ev bersiv da: “Gelê kurd gotiye Ocalan vîna min e, ne hedê te ye ku tu van gotinan bêjî.”
 
Hevdîtinên Teklîfa Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an a li Lijneya Giştî ya Meclisê îro bi budçeyên Wezareta Veguhestin û Binesaziyê û Wezareta Çandinî û Daristanê dewam kir. 
 
Parlamenterê AKP’ê yê Qersê Adem Çalkin ê li ser budçeyê mafê axaftinê wergirt bertek nîşanî gotinên “Bi milyonan kes, gelê kurd birêz Ocalan weke vîna xwe dibîne” yên beriya du rojan Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş li Lijneya Giştî ya Meclisê gotibûn da û parlamenterên DEM Partiyê hedef nîşan da. 
 
 ‘GELO KETIYE BERÊ TE KU TU GOTINÊ JI SEROKÊ BI MILYONAN KESAN RE BÊJÎ?’ 
 
Parlamenterên DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan û Newroz Ûysal Aslan bertek nîşanî Çalkin dan. Ayan bi gotinên “Gelê kurd gotiye ‘Ocalan vîna min e’ Ne hedê te ye ku tu van gotinan bibêjî” bertek nîşan da. Newroz Ûysal Aslan jî wiha got: “Gelo ketiye berê te ku tu gotinê ji serokê bi milyonan kesan re bêjî?”
 
‘KURDAN BI TÊKOŞÎNA XWE MAFÊN XWE BI DEST XISTIN’ 
 
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sarûhan Olûç ê piştî gotinên wekîlên AKP’ê yên gelê kurd bi saya AKP’ê mafên xwe bi dest xistin mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku kurdan bi têkoşîna xwe mafên xwe bi dest xistine. 
 
PARTIYA SAADETÊ: DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD LI MECLISÊ ÇARESER BIBE 
 
Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê Bulent Kaya yê pişt re li ser budçeyê mafê axaftinê wergirt jî diyar kir ku divê pirsgirêka kurd li Meclisê were çareserkirin. 
 
PÊVAJOYA TAYÎNKIRINA QEYÛMAN VEGOT
 
Serokwekîlê Koma AKP’ê Muhammet Emîn Akbaşoglû jî bi axaftina xwe qeyûm parastin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sarûhan Olûç ê careke din mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku tu eleqeya tayînkirina qeyûman bi Destûra Bingehîn û sûc kirine re nîne û wiha got: “Wezîre we yê Karên Hundir yê beriya niha di axaftineke serdema xwe de bi awayekî aşkere vegot ku qeyûm çawa hatine tayînkirin. Ji xwe derket holê ku rojek piştî hilbijartinê di 1’ê nîsanê de Walîtiyên Amed, Mêrdîn û Wanê daxwaza tayînkirina qeyûman kiriye. Anku tu eleqeya wê bi sûc kirinê re nîne. Em bêjin şaredar sûc kir. Wê demê dê were darizandin heke guncav were dîtin dê ji Meclisa Şaredariyê kesek tayînî şûna wî were kirin. Lê we wisa nekir. We walî û qeymeqam tayînkirin û kir ku Meclisên Şaredariyan jî nexebitin. Ez vê jî bînim bîra we; hevşaredarên ku beraet kirine hene, hûn li peywîra wan nazivirînin, çima?”
 
‘TIF NEKIN BÎRA KU HÛN Ê JÊ AVÊ VEXWIN’  
 
Olûç bal kişand ser rola çareseriyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Kesên ku di navbera salên 2013’an û 2015’an de li Girava Îmraliyê muzakereyên pêvajoya çareseriyê didomandin nûnerên desthilata we û dewletê bûn. Li wir maseyek hate avakirin û muzakere hatin kirin. Heta ku di Nîsana 2015’an ev mase hate hilweşandin. Heta di encama wan muzakereyan hûn dizanin di 28’ê sibata 2015’an de li Dolmabahçeyê peymaneke hevpar hate îmzekirin û daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. Hin kesên îro li qesra we şêwirmendin an jî di rêveberiya partiya we de cih digirin wê demê derbarê Abdullah Ocalan de gotinên pesindayînê digotin. Heke hûn bixwazin em dikarin weke lîste bînin vir û dîsa bixwînin. Tif nekin bîra ku hûn ê jê avê vexwin, nizanim min karî ji we re vebêjim? Vê jî li quncekî binivîsin.”
 
Piştî Olûç Akbaşoglû dîsa mafê axaftinê wergirt û tayînkirina qeyûman parast. Endamên DEM Partiyê jî bertekên xwe domandin. Ji ber vê yekê Serokwekîlê Meclise Sirri Sureyya Onder 20 deqîqeyan navber da rûniştinê.