Aydenîz: Divê Meclis li dijî tecrîdê xwedî însiyatîf be

img
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Saliha Aydenîz di hevdîtinên bûdçeyê de bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin û wiha got: “Divê ev Meclis têkildarî tecrîdê biaxive û li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê îniyatîfê li xwe bigire.” 
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hevdîtinên bûdçeyê yên sazî û dezgehên girêdayî Meclis, Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûra Bingehîn, Dîwana Çavdêriya Darayî, Wezareta Dadê û Wezareta Karên Derve ku li Lijneya Giştî ya Meclisê didomin de axivîn. 
 
GIRTIYÊN KETINE GREVÊ SILAV KIR 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Saliha Aydenîz girtiyên siyasî yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd ketine greva birçîbûnê silav kir. Aydenîz, da zanîn ku yek ji karên herî girîng ê Meclisê jî venêrîn e lê ev mafe jî tune tê hesibandin û wiha got: “Ji ber ku partiya îktîdarê ji yekzilamî pêk tê, ew nikarin tu înîsiyatîfên venêrînê pêş bixin. Rastiyek heye ku li cîhanê krîzeke pergal û aboriyê heye. Krîzên herî giran jî ev welat dijî.”
 
DIVÊ MECLIS LI DIJÎ TECRÎDÊ XWEDÎ ÎNÎSIYATÎF BE 
 
Bi domdarî Aydenîz destnîşan kir ku divê Meclis xwedî li vîna gel derkeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewceye dawî li vesayeta rejîma yekzilamî bîne. Beriya her tiştekî divê berpirsyartiya xwe ya demokrasî û aştiyê pêk bîne. Li ser vî esasî; divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk înîsiyatîfê bigire û gavên şênber biavêje. Her wiha divê dev ji bêtehemûliya xwe ya li hemberî zimanê kurdî berde ku bi milyonan kes bi wî zimanî diaxivin. Ji bo ku zimanê kurdî di qada cemaweriyê de bê bikaranîn, hewceye gavên şênber biavêje. Divê ev Meclis li ser tecrîdê biaxive û li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê înîstiyatîfê bigire. Divê ev meclis li dijî binpêkirinên li girtîgehan ku veguherîne îşkenceyê çareseriyekê peyda bike. Ev meclis divê li dijî qirkirinên jinan, polîtîkayên necezakirinê û tundiya hêzên ewlekariyê çareseriyan peyda bike. Divê pêşî li bikaranîna tiryakê bigire ku roj bi roj temenê kesên bi kar tînin dadikeve. Li hemberî van mijaran tevan, berpirsyartiya me heye ku ji bo pirsgirêkên gel çareseriyan peyda bikin.” 
 
‘GELÊ KURD LI DERVEYÎ PARASTINA HIQÛQÊ TÊ GIRTIN’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar jî têkildarî bûdçeya Dadgeha Destûra Bingehîn axivî û ev tişt anî ziman: “Gelê kurd, jin, elewî û hêj gelek nasnameyên din ên civakî rastî polîtîkaya înkar û tunekirinê tên û li derveyî qada parastina hiqûqê tên girtin. Lewma jî di cewhera vê saziyê de demokrasî û adilbûn tune ye. Helwesta AYM’ê ya li dijî girtina HADEP’ê û parlamenterên kurd jî li holê ye. Ev helwest, nîşaneya feraseta ku bi sala ye nasnameya tirktiyê li gelê kurd ferz dike ye. Plana pişaftinê ya li dijî gelê kurd ku zarokên kurd bi qurbanî hebûna gelê tirk dike ya di qada hiqûqê de ye. Ev plan bi doza girtina HDP’ê tê domandin. Temamiya endamên AYM’ê yekser ji hêla îktîdarê ve tên tayînkirin. AYM jî weke parçeyeke vê pergalê dixebite.” 
 
NEXŞERÊ: FIKRA KOMARA DEMOKRATÎK 
 
Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Jehrkuja vê pergalê, fikra birêz Abdullah Ocalan a Komara Demokratîk e. Ev fikr, li dijî rêveberiyên zextker û kedxwar, mîsogeriya demokrasî û keda gel e. Gava vê ya ewil jî Destûra Bingehîn e ku daxwaza statûyê ya gelê kurd qebûl dike, mafê hemwelatiya wekhev nas dike û jin bi awayeke azad bijîn. Navê destûra bingehîn, Destûra Bingehîn a Demokratîk e. Divê feraseta serdestiyê biguhere. Perwerdeya bi zimanê dayikê, statûya neteweyî, avakirina jiyaneke azad, adilane û wekhev mecbûriyeteke. Nexşxerêya çareseriyê jî ev e.”