Gelo tifaqa hilbijartinê ya partiyên kurdan dê tifaqa neteweyî ava bike?

img
AMED – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, duh li Amedê di civîna aşkerekirina namzetê serokomariyê de aşkere kir ku Selahattîn Demîrtaş namzetê partiyên kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Pêkhateyên partiyên kurdan ên tev li hewldana îtîfaqa partiyên kurdan bûn jî, xwestin tifaqa hilbijartinê bibe tifaqa yekîtiya neteweya kurd. 
 
Di 24’ê Hezîranê de dê hilbijartina zordest pêk bê. Li aliyekî xebatên hilbijartinê didomin û li aliyê din jî hêj lêgerîna tifaqa partiyan didome. AKP û MHP tifaqek in, CHP, partiya Îyî, Saadet û Demokrat jî tifaqek ava kirin. HDP dide xuyakirin ku dixwazin HDP’ê li derveyî tifaqan bihêlin û bendê derbas neke. Bi taybetî li dijî van her du tifaq ango eniyan partiyên kurd jî di nav xirecira avakirina tifaqek Kurdistanî ya hilbijartinê de ne. 5 partiyên kurd û partiyên din û HDP jî hewl dide tifaqek kurdî ava bikin. 
 
ROJA KU SALEK NÎVÊ WÎ XELAS BÛ, KIRIN NAMZET
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amed û Stenbolê bi hemwext namzetê Serokomariyê yê partiya xwe aşkere kir. Namzetê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê salek û nîv e li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ne. 4’ê Gulanê roja namzetiya wî hat aşkerekirin, roja ku salek û nîvê wî li girtîgehê tije bû. Li Otela Demîr a Amedê civîna aşkerekirina namzetiyê pêk hat. Ji gelek bajarên herêmê rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî yên sivîl tev li bûnek xurt nîşanî civînê dan û hemû kes bi kelecanê li benda aşkerekirina navê namzet bû. 
 
JI HER BEŞÊN CIVAKÊ TEV LI BÛN
 
Ya herî balkêş jî ew bû ku ji ciwanan bigire heta kal û pîran li ser piya dema navê Demîrtaş aşkere bû bi deqîqeyen li çepikan dan û dirûşm berz kirin û lîlandin. Dayikên Aştiyê, oldar, parêzvanê mafê mirovan, nivîskar, hunermend, siyasetmerên kevn, wekîl, hevşaredar û ji gelek bîr û baweriyên cuda mîna ermenî, suryanî, êzidî, ereb jî piştevaniya xwe di civînê de danîn holê. 
 
BULDAN: DEMÎRTAŞ NAMZETÊ PARTIYÊN KURD E
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan namzetiya Demîrtaş aşkere kir. Balkêş bû ku Buldan dema navê Demîrtaş aşkere kir got ku Demîrtaş namzetê hemû partiyên kurd û partiyên çepgir û gelên Tirkiyeyê ye. Ev gotinên Buldan jî da daxuyand ku gelo piştî hevdîtinên HDP’ê û partiyên din ên Kurdan tifaqek kurd ava bûye an na? Buldan gotibû ku ew ê di demek kurt de bersivê bidin daxwaz ango prensîbên 5 partiyên Kurd ên “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” ava kiribûn. Buldan diyar kiribû ku daxwazên partiyên Kurdan daxwazên HDP’ê û yên gelê kurd ên hevpar in.  
 
AWIR DIZÎVIRÎNE SER TIFAQA KURD
 
Piştî Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê spasiya partiyên Kurdistanî û çepgir kir û hevdîtinên HDP’ê û partiyên Kurdistanî pêk hatin, awir zivirîne ser tifaqek Kurdîstanî ya ku dê ji yekîtiya neteweyî ya kurd re bibe bingeh û li gel vê yekê jî bi gelên Tirkiyeyê re demokratîkbûna Tirkiyeyê. 
 
‘BILA BIBE TIFAQA NETEWEYÎ YA KURD’ 
 
Kesên tev li civîna aşkerkirina namzetiyê bûn jî anîn ziman ku ew dixwazin tifaqek kurdan jî li ser esasê bibe bingeha yekîtiya neteweyî pêk bê. 
Helbestkar Osman Akdag ku bi salan e siyasetê dike da zanîn ku avakirina tifaqek kurdan hem ji bo hilbijartinê û hem jî ji bo siberoja yekîtiya kurdan wan şanaz dike û ev daxwaza bi dehan salan a gelê kurd e. Akdag got ku tifaqa kurdan dereng jî maye. 
 
Mele Îbrahîm Turan jî destnîşan kir ku divê di vê hilbijartinê de sekna kurdan tune be û got: “Lazim e kurd mal bi mal bigerin. Piştî Efrînê divê em hemû tiştî bînin bîra xwe. Sedema Efrînê ji bo me bes e.” 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Nusret Maçîn jî da zanîn ku ew daxwaz dikin hemû partiyên kurd û çepgir di bi HDP’ê re tifaqek berfireh ava bikin û got: “Heke eniyek kurd ava bibe dê kurd bigîhîjin hemû mafên xwe. Kurd dê dikaribin xwe bi xwe birêve bibin. Tifaqa hilbijartinê ya kurdan, dê zemîna yekîtiya neteweyî ava bike.” 
 
‘DIVÊ KURD BERSIV BIDIN HER DU ENIYAN JÎ’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî ku bi nasnameya xwe ji Hereketa Azadî tê nasîn jî diyar kir ku armanca avakirina tifaqên partiyên pergalê ew e ku dixwazin kurdan ji nav hevsengiya siyasetê derbixin û wiha axivî: “Naxwazin temsîliyeta kurdan li parlamentoyê hebe. Ji niha şûn ve hedê tu kesî nîne kurdan ji qada siyasetê derbixîne. Naxwazîn vîna gelê kurd bê nasîn. Li hevkirina partî û hereketên kurd li gel HDP’ê tiştek baş e. Lê ya herî grîng ew e ku ji bo çar parçeyên Kurdistanê tifaqe neteweyî pêk bê. Ji bo HDP bi tenê nemînin û bersivek xurtbide desthilatdarî û eniyên din, divê hemû kurd û aliyên demokratîk û aştîxwaz li gel HDP’ê cih bigirin û piştevaniya HDP’ê bikin.” 
 
MA / Bîlal Guldem