Ekîncî: Hemû kesên dibêjin ‘Demokratim' divê li cem HDP'ê be

img
STENBOL - Nivîskar û siyasetmedarê kurt Tarik Zîya Ekîncî, beriya hilbijartina zordest geşedanên dawî nirxand û xwest hemû kesên ji xwe re dibêjin “demokratim” di nava HDP'ê de cih bigirin. Ekincî, anî ziman ku tevgera çalak a li dora HDP'ê bê avakirin dikare siberojê HDP'ê bike partiya sereke. 
 
Tirkiye di nava şertên OHAL'ê de ket pêvajoya Hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê. Li aliyekî MHP-AKP îtîfaqa cumhur ava kir, li aliyê din CHP, ÎP, SP û DP'ê îtîfaq ava kirin. Li aliyekî jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tenê hiştin. Siyasetmedar û rewşenbiran diyar kirin ku tifaqên hatin avakirin armanc dikin ku HDP'ê li dervê sînor bihêlin. Lê li aliyê din piştî ku tifaq hatin avakirin partiyên kurdan jî ketin navahewldana tifaqê ku bi HDP'ê re bên cem hev. Piştî HDP'ê duh Selahattin Demirtaş wekî namzetê partiya xwe nîşan da piştgiriya HDP'ê her ku diçe zêde dibe.  Nivîskar û siyasetmedarê kurt Tarik Zîya Ekîncî, beriya hilbijartina zordest geşedanên dawî, armanc û encama îtîfaqên hatin avakirin ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxand kir. Ekîncî  xwest hemû kesên ji xwe re dibêjin “demokratim” di nava HDP'ê de cih bigirin. Ekincî, anî ziman ku tevgera çalak a li dora HDP'ê bê avakirin dikare siberojê HDP'ê bike partiya sereke. Ekîncî, anî ziman ku eniya bîrdozî her ku diçe bêdir diyar dibe. 
 
DIVIYA BÛ PARTIYÊN BÛN TIFAQ DI ŞERTÊ OHAL'Ê DE HILBIJARTIN QEBÛL NEKIRIBUNA
 
Ekîncî, bal kişand ser rewşa ku Tirkiye di şertê OHAL'ê de dikeve hilbijartinê û anî ziman ku tu wehatên demokratîk di şertê OHAL'ê de neketiye hilbijartinê û wiha got: "Di welatê demokratîk de di şertên OHAL'ê de ketina hilbijartinê nayê qebûlkirin. Hêza siyasî ku OHAL'e di destê xwe de wekî hêz digire dest, hewl dide ku welat bi KHK’an bi rêve bibe. Ev yek nayê qebûlkirin. Yên ku vê yekê qebûl bikin ji bo wan zilma herî mezin e. Divê tu kes vê yekê qebûl neke. Kesê ku dewletê bi rêv ebibe û van şertan qebûl bike dibêjie 'Ji pêş min derkevin ez dê tenê hilbijartinê pêk bînim. Hemû partiyên siyasî di bin sîwaneyekê de dikin yek. Diviya bû ku partiyên bûn yek li dijî OHAL'ê gotibûna heta OHAL ranebe em nakevin hilbijartinê. Lê mixabin em dibînin wan jî di şertê OHAL'ê de hilbijartin qebûl kir." 
 
SÊ SEDEMÊN HILBIJARTINA ZORDEST HENE
 
Ekincî, bal kişan ser hilbijartina zordest û anî ziman ku 3 sedemê wê hene û wiha rêz kir: "Sedema yekemîn aborî ye. Aborî serobin bûye. Heta 2019’an aborî dê bêtir xera bûbûya. Sedema duyemin Tirkiye di qada navneteweyî de qîmeta wê nema ye. Ez behsa Hindistan Asyaya Başûrê Rojhilat û welatên Asya Navîn nakim. Bi taybetî li hemberî welatên Ewropa qîmeta wê nemaye. Li ber çavê DYA û welatên Ewropa qîmeta Tirkiye qet nemaye. Sedema sêyemîn jî mekanîzmaya edaletê nemaye. Gelek rojnameger girtî ne. Gelek rojnamegerên cîhanê jî li Tirkiye girtîne. Li Tirkiye azadiya çapemeniyê tune ye. Ji ber zextan rewşenbir û siyasetmedar nikarin fikra xwe bînin ziman. Zanîngeh tar û mar kirine. Ji ber danezana aştiyê îmze kirine tên darizandin. 
Zextên li ser kurdan û siyaseta kurdan di asta herî jor de ye. Nêzî 15 hezar xebatkarên siyasî yên kurd ên çalak girti ne. Hemû beşên civakê di bin zextan de ne. Ne pêkan bû ku AKP heta 2019'an weki berê piştgiriya gel bide pişta xwe." 
 
AKP'Ê BI PEREYÊN MEZIN PIŞTA XWE ÇÊ KIRIYE
 
Ekincî, destnîşan kir ku AKP hesap kir ku dê hilbijartinê bi hêsanî bistîne û wiha lê zêde kir: "Plan kir ku bi serê xwe bibe Serokomar û hemû qanûna bingehîn ji kok ve biguherîne. Xwest rejîma yek zilam ava bike. Welat bi biryara yek zilamî û bi zorê bi rêve bibe.  Navê vê yekê faşîzm e. Niha AKP'ê bi pereyên zêde pişta xwe xurt dike. Sermaye daye pişta xwe. Lê ji ber ku aboriya Tirkiye xera dibe talûkeya ku vê hêza sermayeyê winda bike heye. Ji ber ku karsaz çiqas kar ava dike êdî hatin û leçûn nabe yek. Karsaz zerar dikin. Ev bide sedem ku sermayeya li pişt Erdogan belav bibe. Şîrket û sermayeyên mezin yek bi yek îflas dikin. Ji ber vê yekê li hev kom bûn û biryara hilbijartina zordest stendin. Biryar dan ku bi riya MHP'ê di komê de biryarê bidin. AKP'ê bi destê MHP’ê ev biryar xist meriyetê." 
 
JI BO HDP'Ê BENDA HILBIJARTNÊ RANAKIN 
 
Ekîncî, destnîşan kir ku AKP'ê wisa bawer kir ku bi hêsanî bi serê xwe bibe îktîdar û berî her tiştî HDP'ê belav bike. Ji berê de sedema benda ji sedî 10 di meriyetê de ye HDP ye. Bi vê tifaqê jî dixwazin HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Dê partiyên ku bi HDP'ê re bibin tifaq propaganda reşkirinê pêş bixin. Dê li dijî partiyên ku bi HDP'ê re bibin tifaq propaganda dijber pêş bixin û wan bi tenê bihêlin. Hemû polîtikayên tên meşandin li dijî HDP'ê ne. Hewl didin HDP'ê bi tenê bihêlin û di bin bendê de bihêlin. Ger ku HDP'ê di bin bendê de bihêlin hemû wekîlên ku li herêmê qezenç nekirine dê bi awayekî neheq derbasî AKP'ê bibin. Ger ku HDP bi tenê bê hiştin û bê wêdekirin dê hêzên din ên demokrasiyê jî li  Tirkiye winda bikin. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasiyê li dora HDP'ê bibin yek. Hemû kesên li Tirkiye divê ez demokrat im li dora HDP'ê bibin yek. 
Divê HDP van polîtikayan tevan vebêje û tevan teşîr bike. Ji xwe bi awayekî fîîlî plana tunekirinê li ser HDP’ê dimeşînin. Niha 12 wekîlên wê ji parlamentoyê hatiye avêtin. Niha wekilê Colemêrgê Zeytan jî ceza kirin û dê wî jî ji meclîsê bavêjin. 13 wekilên HDP'ê dê ji meclîsê bên avêtin. Ji ber ku HDP li dijî pergala burjûvaziyê  yekane partiya ku demokrasî, aştî û wekheviyê diparêze ye. 
 
HÊZÊN ÇEPGIR Û TEVGERA AZADIYA KURD LI TIRKIYE BIBIN YEK DÊ TEVGERA ALTERNATÎF AVA BIKIN
 
Ekîncî, da zanîn ku ger li Tirkiye hemû hêzên çepgir û Tevgera Azadiya Kurd bibin yek dê li Tirkiye tevgerek alternaf bê avakirin û wiha bi dawî kir: "Ger ku ev hêz li Tirkiye bimin yek dikarin di siberojê de Tirkiye bi rêve bibin. Niha her çend astengî hebin jî şert û mercê cê yekê guncav in. Ger ku HDP polîtîkayek ciddi bimeşîne, dikare mohra kurdîtiyê ji ser xwe bavêje. Dikare bibe partiya Tirkiyeyê. Dikare bi hemû pirsgirêkên Tirkiye eleqeder bibe. Divê li ser vê yekê karibe îkna bike. HDP niha namzetê partiya duyemîn a mezin e. Tu wateya ku partiyên kurd bi serê xwe têkevin hilbijartinê û çend dengan bistînin tune ye. Niha partiya tevgera azidya Kurd temsîl dike HDP ye. Dikarin kesên nêzî xwe di bin sîwana wê de bikin namzet û derbasî meclîsê bikin. 
 
HER DENGÊ KU BIDIN DEMÎRTAŞ DÊ BIBE DENGÊ KU BIDIN DEMOKRASIYÊ  
 
Her dengê ku bidin Selahattin Demîrtaş dê bidin demokrasiyê. Ger ku îro ji sedî 30 bistîne ango bibe namzetê 2-3'yemîn, divê em bêtir ji pêşketina demokrasiyê bawer bikin. Ez hevî dikim ku Selahattin dengekî gelek mezin bistîne. Ger ku nebe namzetê duyemîn jî dê bibe namzetê sêyemîn. 
Ji ber vê yekê divê hemû kurd, partiyên kurdan û hemû kesên demokrasiyê dixwazin hemû hêza xwe bikin yek û bi rêxistinî û plan tev bigerin. 
Demokratîkbûna Tirkiye azadiya kurdan e. Azadiya kurdan demokratîkbûna Tirkiye ye. Niha partiya herî bi hêz HDP ye." 
 
MA - Sadiye Eser