Partiya Keskan û Çepgiran: Em ê bibin rûyê biken û esprî yê Demîrtaş

img

STENBOL - Partiya Keskan û Çepgiran, got ku, “HDP ji 7’ê Hezîranê zêdetir guheriye û bûye adresa veguherinê. Dibe ku Demîrtaş girtîbe, lê em ê di kolan û koçeyan de bibin rûyê biken û espri yê Demîrtaş.”

Hevberdevkên Giştî yên Partiya Keskan û Çepgiran Nacî Sonmez û Eylem Tuncaellî, derbarê hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de nirxandin kirin. Eylem Tuncaellî, diyar kir ku ji xwe ew îtîfaqa AKP-MHP’ê baş nas dikin û wiha axivî: “Berî hilbijartinê jî îtîfaqa wan hebû. Lê navên cûda bikar di anîn. Hin caran digotin rihê Yenîkapi û hin caran jî dibêjin îtîfaqa Cumhur. Em bi vê yekê şaşwaz nebûn.”
 
Tuncaellî, bal kişand ser îtîfaqa CHP, Partiya Îyî, Partiya Saadet û Partiya Demokrat jî û wiha got: “Li dijî rejîma  yekzilamî, yekbûyîna hêzên cûda girînge. Lê HDP ji derveyî vê îtîfaqê hiştin, nayê qebûl kirin. Bi taybetî kesên ji bo edaletê bi kîlometreyan meşiyan, wisan xuya dike ku tenê ji bo xwe edalet xwestine. Gava destnedayîna wekîlan jî hat rakirin, ev yek dûbare me dît. Ji roja HDP ava bûyî û vir ve tim îtîfaqa gelan bû. Ji wê rojê ve em dinava vê îtîfaqê dene. îtîfaqa me xwe dispêre demek dirêj û xwedî bingehek dîrokiye. Ji ber vê emê di 24’ê Hezîranê de bêjin Demîrtaş. Baweriya min heye ku mirovên xwedî wijdan ên li Tirkiyeyê dijîn dengên xwe bidin Demîrtaş.”
 
‘AKP NIKARE BI SOZÊN XWE GEL BIXAPÎNE’
 
Tuncaellî, da zanîn ku AKP nikare bi sozên xwe gel bixapîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Demarekê ku ji AKP’ê re bêje êdî bese heye. Azadiya Demîrtaş ji destê wî hatiye girtin, lê em hemû Demîrtaşin. Emê bibin rûyê biken û esprî yê Demîrtaş. Ji bo rojên xweş û azad emê bixebitin. Êdî mirov dizanin dê dengên xwe bidin kê. Em ê bi HDP’ê re xebatên xwe yên propagandayê bi rêve bibin. Çi ji destê kê bê divê wê bikin. Demîrtaş gotibû ‘Hemû kes jî dizane hucreyekê ku 6 mîlyon kes bikevinê heya niha nehatiye avakirin.’ Nikarin me bi tenê bihêlin. Bi taybetî ez bang li jinan dikim ku li her qada lê dimînin bixebitin. ”
 
‘TENÊ HDP DIKARE PERGALÊ BIGUHERÎNE’
 
Hevberdevkê Giştî yê Partiya Keskan û Çepgiran Nacî Sonmez jî, diyar kir ku hilbijartina Serokkomariyê ya piştî hilbijartina herêmî, ji bo AKP û hêzên hevalbendên wî rewşek bi pirsgirêk derket holê. Sonmez, anî ziman ku ji bo AKP-MHP’ê hêdî hêdî di qadê de pirsgirêk derdikevin û wiha axivî: “Her ku diçe AKP piştgiriya xwe ya raya giştî winda dike. Di OHAL’ê de çûyîna hilbijartinê ne wekhev û adîlane ye. Hêzên çepgir û sosyalîst bi salane dixwazin li Tirkiyeyê wekhevî, azadî û demokrasî pêk bike û ji bo vê yekê têdikoşin. Em hêzên çepgir û demokratîk dikarin hemû krîzên pergala Tirkiyeyê çareser bikin. HDP’ê êdî potansiyela demokratîk a radîkal a karibe pergalê buherîne bi dest xistiye. Hêzên çepgirên sosyalîst ên li dûra HDP’ê kom bûyîn, ji vê derê dixwaza mûdaxeleyî pêşeroja Tirkiyeyê bike. Bê HDP’ê nabe û tenê bi HDP’ê jî nabe.”
 
'ÎTÎFAQA LI DÛRA HDP’Ê KOM BIBE, PIR BI NIRXE'
 
Sonmez, da zanîn ku îtîfaqa li dûra HDP’ê kom bibe pir girînge û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pêşketina tevgerên çepgir û sosyalîst ên li Tirkiyeyê ev yek pir girînge. Divê em hemû giraniya xwe bidin ser HDP’ê. Serokê Giştî yê AKP Erdogan piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê Tirkiye ber bi pêvajoyek nijatperest, dewletperest û pişavtinê ve bir. Îro em encamê vê yekê dijîn. Divê em ji vê rewşê derbikevin.”
 
MA / Sadiye Eser - Bîlal Seçkîn