DEM Partî dê li Erdexanê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê

img
ERDEXAN - Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê ragihand ku dê di hilbijartinên 31’ê Adarê de “lihevkirina bajar” esas bigirin û bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Erdexanê têkildarî hinek gotegotên weke dê di hilbijartinên rêveberiyê herêmî yên 31’ê Adarê de bi partiyên din re tifaqa bikin, li avahiya partiyê daxuyanî da. 
 
Hevserokên DEM Partiyê yên Erdexanê Engîn Çelîk û Kadîfe Karateke di daxuyaniyê de axivîn û gotin ku dê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. 
 
Ji hevserokan Engîn Çelîk diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de “Lihevkirina bajar” esas bigirin û ev tişt anî ziman: “Weke partiyê li cihên em yekemîn û duyemîn derketin dê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Ev yek teqez e. Li deverên din jî dê lihevkirina bajar hebe. Ev kes jî divê nûnertiya rêgezên me û hemû pêkhateyan bike. Ji bo me ev yek girîng e. Mijara din jî gotegotên li Erdexanê belavbûyîn in. Em ê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Ev yek teqez e. Me bi tu kesan re tifaq çênekiriye û dê çênebe. Anku agahiyên hatine parvekirin,  li ser hesabên fake hatine kirin. Bila haya her kesî ji vê hebe.” 
 
DÊ LI DU NAVÇEYAN BI NAMZETÊN XWE BIKEVIN HILBJARTINÊ
 
Çelîk, destnîşan kir ku ji bo Erdexanê di halê hazir de namzetên wan hene û ji bo meclisa giştî ya bajar 7, ji bo meclisa şaredariyê jî 6 endamên wan hene. 
 
Çelîk, da zanîn ku dê li navçeyên Damal û Golanê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Çelîk, wiha bi dawî kir: “Namzetên me yên li Golanê teqez bûye. Pêvajoya li Damalê jî didome. Stratejiya me ya hilbijartinê diyar e. Weke ku navenda me ya giştî jî gotiye, li cihên em yekemîn û duyemîn derdikevin dê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Li cihên din jî dê li gorî stratejiya lihevkirina bajar bikevin hilbijartinê.”