Ozel bertek nîşanî Erdogan da: Şantaja herî rûreş a dîroka siyaseta cîhanê

img
HATAY - Serokê CHP’ê yê Giştî Ozgur Ozel bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan ya li Hatayê da û got, “Şantaja hêrî rûreş a dîroka siyaseta cîhanê ye”.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB), li navçeya Kirikhan a Hatayê Merasîma Danîna Hîmê Lîseya Kedkarên ÎBB’ê li dar xistin. Serokê CHP’ê yê Giştî Ozgur Ozel bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan ya derbarê Hatayê de da. 
 
BERTEKA LI DIJÎ ERDOGAN 
 
Ozel wiha bertek nîşanî Erdogan da: “2 roj piştî erdhejê Serokkomarê welat bi rê ve dibe, wiha gotibû, ‘Bila tu kes xeman nexwe. Pêdiviyên avahiyên erdhejê ser 600 hezaran in. Ez ê hemûyan di nava salekê de teslîm bikim. Baweriya xwe bi vê soza dewletê bînin’. Erdogan bi vê gotinê hêza dewletê xwest weke hêza partiya xwe nîşan bide û bi sozê ku ser hêza dewletê ye û nayê girtin ji bo hilbijartina salek şûnda niyeta xwe nîşan dide.” 
 
Ozel wiha pê de çû: “Qral dibêje ku ‘Heke rêveberiya xwecihî û ya navendî di hevkariyê de nebin dê xizmet neyê.’ Piştre li çavên welatiyên Hatayê dinêre û wiha dibêje, ‘Ma hat?’. Dibêje ku ji ber we deng neda min, min ji we re xizmet nekir. Ez vê şantaja di dîroka cîhanê de ya herî rûreş, hewaleyî dile gel dikim. Ev yek cihê heyf û mixabiniyê ye.”