Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin

AMED - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe ya li Bismilê de wiha got: “Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin. Em gelekî birêxistinkirî ne û dê hîleyên wan ên hilbijartinê bi têkoşîna xwe vala derxînin.” 

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de piştî serdana xwe ya navçeya Farqîn a Amedê, derbasî bismilê bû. Hatîmogûllari û şandeya pê re ji hêla kesan ve hatin pêşwazîkirin. Hatîmogûllari, li pêşiya buroya hilbijartinê axivî. Girseyê gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.
 
DAYIK SILAV KIR
 
Hatîmogûllari,  gel silav kir, Vedat Aydin bi bîr anî û got ku silavên dayikên di Nobeta Edaletê de û girtiyên di greva birçîbûnê de ji wan re anîne û dayik silav kir. Hatîmogûllari, bal kişand ser tecrîdê û got ku yên pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li tevahiya welêt belav kirin divê bizanin ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd didome. Hatîmogûllari diyar kir ku têkoşîna kurdan li 4 parçeyan didome û dê kesek nekare pêşî li ber bigire. 
 
‘ÎKTÎDAR BI XWE CIHÊKARIYÊ DIKE’
 
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser civîna MYK’a AKP’ê û ev nirxandin kir: “Dê bibêjî qey civîna MGK’ê ye. Biryarên xwe ragihandin û dibêjin; ‘dê operasyonên derveyî sînor bidomin û teroristanê nedin avakirin.’ Cihê ku jê re dibêjin ‘teroristan’ jî Kobanê ye, Rojava ye. Xuyaye ku îktîdara AKP’ê dîsa xebatên xwe li ser ‘terorê’ dê bikin. Yên ku li vî welatî cihêkarî û dabeşkariyê din ne gel, îktîdara AKP’ê bi xwe ye.” 
 
‘ÎDIR NE BI TENÊ YE’
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari bertek nîşanî betalkirina namzetên wan ên Îdirê da û got ku xelkê Îdirê bi tenê nîne û dê ji bo namzetiya namzetên xwe têbikoşin. Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Qeyûm tê wateya diziyê û çeteyan. Qeyûm tê wateya xizmetnekirinê. Tê wateya cezakirina gelê kurd, gelên Kurdistanê û neçêkirina rê, binesazî û bêavhiştinê. Ma feraseta qeyûm ji bilî wêrankirina bajarên me çi kirine? Em vê qebûl nakin. Em ê tevahiya mekanîzmayên pergala qeyûm tune kirin dîsa vekin. Em ê di 31’ê adarê de serkeftineke wisa li Kurdistanê bi dest bixin ku dê êdî navê qeyûm jî neyê gotin. Em ji wan kesên tehemûla wan ji kurdî re dibêjin ku em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji we paqij bikin, tabelayên kurdî dîsa daliqînin, şaredarvaniya pirzimanî bixin meriyetê. 
 
EM Ê NAVENDÊN ŞÊWIRMENDIYÊ DÎSA VEKIN
 
Ev îktîdar dijminê jinan e. Êrişî hemû destkeftiyên jinan dike û dixwaze pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev asteng bike. Lê dê nekarin. Ji ber ku em ê heta dawiyê biparêzin. Weke karê ewil dê şaredariya me tevahiya saziyên jinan dîsa veke, navendên şêwirmendiyê yên jinan dîsa vekin. Dê qursên pêşeyê yên jinan, navendên hilberînê dîsa vekin. 
 
KURDISTAN XIZAN KIRIN
 
Îradeya gelê me tune hesibandin û neçarî xizaniyê kirin. Dijminatiyê li ziman, ciwan, jin û çanda me dikin. Lê va ye DEM Partî li vir e, gelê kurd li vir e. Dibêjin ‘me aborî firand û tu xizan tune ne.’ Bi zanebûn xizaniya li Tirkiye û Kurdistanê vedişêrin. Herî zêde Kurdistan hate xizankirin. Lewma ciwanên kurd ji neçarî dikevin rêyên koçberiyê. Li dijî vê îktîdarê em ê ji bo bicihanîna edalet û wekheviya di aboriyê de jî têbikoşin. Hilbjijartinên xwecîhî lewma pir girîngin. 
 
DÊ MECLISÊN TAXAN BÊN AVAKIRIN
 
Li ber çava ye bê ka di serdema me de şaredarvaniyeke çiqas serkeftî hatiye kirin. Em ê bi feraseta şaredarvaniya gelparêz re bi gelê xwe re birêve bibin. Dê civînên me yên meclisa şaredariyê ji gel re vekirî bin. Dê li her taxê nûnertî û meclis bên avakirin. Em ê bajarên li dijî erdhejê saxlem ava bikin. 
 
PRÎMÊ NEDIN PARTIYÊN BIÇÛK
 
Hewl didin bi partiyên biçûk li Amedê berê gelê kurd ji DEM Partiyê bigerînin. Partiya ku pê re tifaq çêkirine, dûvika hîzbûl-kontrayê ye û qaşo ji bo Filistînê hêsiran dibarîne. Divê bizanin ku ne ew ne jî şirîkê wan AKP bi xelkê Filistînê re nînin. Heke bi xelkê Filistînê re bûna, dê weke karê ewil peeymanên kar betal bikirana. Lê nekirin. Li vir banga min ji bo alîgirên partiya biçûk e; xwişk-birayên hêja prîmê nedin wan kesên nirxên îslamê bi kar tînin û hewl didin îstîsmar bikin. 
 
EM Ê REJÎMA QEYÛM VALA DERXÎNIN 
 
AKP hewl dide bi rêya tayînkirina qeyûman rejîmekê pêş bixe lê em ê vê rejîmê vala derxînin. Em ê hemû şaredariyên xwe bi dengekî zêde bi dest bixin. Lê li hinek cihan deng veguhestine. Tabûr bi tabûr leşker hatine veguhestin. Rêya herî girîng a valaderxistina vê ev e; em bi hev re biçin cem malbatên me yên ku qet heta niha deng nedayîne me û wan qaneh bikin. Karê din jî ew e ku hilbijêrên vê derê yên derveyî bajar dimînin bînin vê derê da ku dengê xwe bidin. 
 
GELÊ KURD DÊ SERÎ NETEWÎNE
 
Em gelekî birêxistinkirî ne. Em ê hîleyên wan ên hilbijartinê bi têkoşîna xwe vala derxînin. Em dixwazin dengên xwe yên Bismilê zêde bikin û li vê qada serkeftinê pîroz bikin. Gotina min a dawî jî ji bo jinên hêja ye; xwişkên min ên delal dê serkeftina vê hilbijartinê hûn bin. Heta ku em xwedî vê coşê bin, heta ku ew nîşaneyên serkeftinê yên zarokên me hebin, divê AKP baş bizane ku gelê kurd dê tu caran serî netewîne. Dê têkoşîna xwe ya birûmet heta dawiyê bidomîne. Serkeftina me ya 31’ê adarê ji niha ve pîroz ber. Serkeftin.”