Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da

img
ENQERE - Nîqaşên ser hevdîtina Serokê MÎT’ê, Wezîrê Edaletê û Erdogan berdewam dikin. Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya hêj ku mijara di rojevê de ye daxuyanî da û wiha got: “Her kê ku bi ser Serokkomarê me lîstikan û kemînan amade bike, em ê lîstik û kemînên wan xera bikin. 
 
Piştî ku 3 midûrên polîsan di çarçoveya lêpirsîna çeteya Ayhan Bora Kaplan de hatin binçavkirin, Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan duh bi şev bi Serokê MÎT’ê  Îbrahîm Kalin û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re li Beştepeyê civiya. Di hevdîtina girîng de lêpirsîna Ayhan Bora Kaplan û midûrên polîsan ên ji peywirê hatine dûrxistin, hatin axaftin. 
 
Wezîrê Karên Hûndirîn ê di hevdîtinê de cih negirtiye têkildarî rêxstina sûc daxuyanî da û wiha got: “Kê ku bi rêbazên FETO’yê têkildarî Serokkamarê me, hikûmeta me û siyasetmedarên me de lîstik û kemînan ava bike em ê kemînan wan xera bikin.” Wezîr Yerlîkaya da zanîn ku dema lêpirsîna mufetîşan temam bû ew ê rapora encamê bi raya giştî re parve bikin.