Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin

img
ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî û wiha got: “Em fêlê jî, fêlbaz û amadekarê fêlbaziyê jî baş nas dikin.” 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di komcivîna partiya xwe ya heftane ya Meclisê de axivî. Erdogan bêyî ku nav bide balê kişand ser lêpirsîna derbarê çeteya Ayhan Bora Kaplan û ev tişt gotin: “Em mijara di demên dawî de ketiye rojevê bi hemû aliyê wê ve dişopînin. Em ê destûrê nedin vesayeta burokrasiyê. Her kê ku derkeve derveyî qanûnê, kê piştgiriya vê yekê bike, em ê bi ser bingeha hiqûqê teqez hesabê jê bipirsin. Tu hinceta pêk neanîna peywira li hember netewê nîn e.” 
 
Erdogan axaftina xwe wiha domand: “Yên ku qerdarê FETO’yê ne, û xwestin rihê li Yenikapiyê derketiye berbelav bikin, em dibinin ku qet li cihê xwe nasekinin. Em dizanin daxwaza yên ku dixwazin mirovan ji hev cuda bikin çi ye. Em fêlê jî, fêlbaz û amadekarê fêlbaziyê jî baş nas dikin.” 
 
‘HEVDÎTINA ME YA BI OZEL RE SUDEWER BÛ’
 
Erdogan îşaret li hevdîtina bi Ozel re kiribû kir û ev tişt gotin: “Me hefteya borî birêz Ozgur Ozel li Navenda Giştî ya AK partiyê qebûl kir. Me pê re hevdîtinekî sûdewer li dar xist. Di siyaseta Tirkiyeyê de hewcehî bi nermbûnê heye û em jî tişta dikeve ser milê xwe pêk tînin. Em tu carî nebûn alîgirên cihêkariyê.”