Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê

img
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan têkildarî mirina hevjînê Tansû Çîller daxuyanîda û got: “Hevjînê te li ser nivînê xwe mir, lê yên me bi îşkenceyê hatin kuştin.” 
 
Vê sibehê hevjînê serokwezîra salên 1990’î Tansû Çîller, Ozer Uçuran Çîller mir. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan têkildarî mirina hevjînê Tansû Çîller li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da. 
 
Pervîn Buldan kuştina hevjînê xwe Savaş Buldan û hevalên wî di salên 1990’î de ku bi faîlî nediyar bi bîr xist û ev twît parve kir: “Çiqas maîndar e ne wisa Tansû Çîller? Îro 1’ê hezîranê ye. 3’yê hezîranê yanî du roj şûn ve salvegera 30’yemîn a Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay e. Hevjînê te li ser nivînê xwe mir lê hevjînên me li ser fermana te bi îşkenceyê hatin kuştin.”  
 
ÇI QEWIMÎBÛ? 
 
Tansû Çîller dema Seroka Giştî ya Partiya Rêya Rast (Doğru Yol Partisi (DYP)” û dema serokwezîr bû, gotibû ku lîsteya karsazên kurd ên alîkariya PKK’ê dikin di destê wan de heye. Piştre di nava 3 salan de herî kêm 19 karsazên kurd bi cînayetên faîl nediyar hatibûn kuştin. Di wê serdemê de Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim ên ku karsazên kurd bûn di 4’ê hezîrana 1994’an de li Stenbolê hatibûn revandin û cenazeyên wan du roj şûn ve li Bolûyê hatibûn dîtin. Li gorî rapora otopsiye her sê karsaz jî bi îşkenceyê hatibûn kuştin.