Ozel: Rapor nîşan didin ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê derketiye

img
ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bal kişand ser berpirsiyariya DEDAŞ’ê ya di şewatê de û got: “Li vê herêmê herhal saziya ku herî zêde giliyê wê tê kirin, DEDAŞ e.” 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de axivî û bal kişand ser mijarên di rojevê de. Yek ji mijarê girîng şewata li Amed û Mêrdînê rû da jî di rojeva Ozel de bû.  
 
‘DEDAŞ HER TIŞÎ TÎNE SERÊ XELKÊ’ 
 
Ozel sersaxiyê ji malbatên kesên di felaketa şewata li Amed û Mêrdînê de canê xwe ji dest dan re xwest û da zanîn ku ew ê di demek pir nêzîk de biçe Amedê û serdana herêma şewatê bike. Ozel destnîşan kir ku daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ku roja ewil belav kir qet rastiyê nade nîşandan û derket holê ku şewat ne ji ber şewitandina pirêzeyan rû daye. Ozel anî ziman ku gelek saziyên serbixwe di raporên xwe ku amade kirine de behsa xemsariyên DEDAŞ’ê dikin û got: “Rapor nîşan didin ku DEDAŞ’ê wezîfe û berpirsiyarên xwe bicih neaniye. Berpirsiyariya DEDAŞ’ê di şewatê de heye. Li vê herêmê herhal saziya ku herî zêde giliyê wê tê kirin, DEDAŞ e. Ji fatûreyên ceyranê ku zêde tên birîn bigire heta hecizkirina trafoyên cotkaran û qutkirina ceyranê û nenûkirina binesaziya ceyranê zêde der barê DEDAŞ’ê de gilî hene. Herî zêde ev gilî û gazin li Rihayê hene. Tişta ku DEDAŞ tîne serê xelkê tu kes nake.”