Ji bo qanûna qeyûm were betalkirin pêşniyazqanûn pêşkeşkirin

img
ENQERE - DEM Partiyê ji bo qanûna ku dike qeyûm bên tayînkirin were guhertin, pêşniyazqanûnek pêşkeşî Meclisê kir. 
 
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji bo ku qanûna bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) di sala 2016’an de hate çêkirin û dike ku qeyûm bên tayînkirin were guhertin pêşniyazqanûnek pêşkeşî Meclisê kirin. 
 
Di pêşniyazqanûnê de bal hate kişandin ku qanûn bi KHK ya di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de hatiye çêkirin û wiha hate gotin: “Bi KHK’ê hevşaredarên bi vîna gel hatibûn hilbijartin ji wezîfeyê hatin girtin û şaredarî hatin xespkirin, meclisên şaredariyê yên bi vîna gel hatibûn hilbijartin, encumen û komîsyon ji kontrola memûrên hatine tayînkirin re hatin hiştin.”
 
Di pêşniyazqanûnê de hate diyarkirin ku bi qanûnê rêveberiyên herêmî girêdayî rêveberiya navendî hatine kirin û hate destnîşan kirin ku dûrxistina ji wezîfeya ji rêveberiyên herêmî mayînde kirin. 
 
QEYÛM TAYÎNÎ 144 ŞAREDARIYAN HATE KIRIN 
 
Di pêşniyazqanûnê de hate destnîşankirin ku di bi pêkanîna tayînkirina qeyûman a bi KHK’ê di 11’ê îlona 2016’an de hate destpêkirin ji 95 şaredariyên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) re qeyûm hatine tayînkirin û di sala 2019’an de jî ji 48 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re qeyûm hate tayînkirin û hate bibîrxistin ku herî dawî di 3’yê hezîranê de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hate kirin. Hate diyarkirin ku dozgerê derbarê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de îdianame amadekiriye ji avadaniya Fethullah Gulen di lîsteya kesên lê tên gerîn de ye. 
 
Di pêşniyazqanûnê de hate diyarkirin ku heta niha li bajarok, navçe û bajarên ku kurd lê dijîn 144 qeyûm hatine tayînkirin û hate destnîşankirin ku 15 şaredarên ji bilî bajarên kurdan ji partiyên din wezîfeyê hatin girtin, qeyûm tayînî wan nehatiye kirin û meclisa şaredariyê şaredarê nû hilbijartiye.
 
Di pêşniyazqanûnê de hate destnîşankirin ku ne tenê pratîka qeyûman, xalên ku destûrê didin hevşaredar ji peywîrê bên dûrxistin jî li gorî rêgezên gerdûnî yên mîna rêgezên bingehîn ên demokrasiyê, dewleta hiqûqê û mafên bingehîn ên mirovan û azadiyan bên demokratîkkirin.