Cezayên li rojnamevanên kurd hatin birîn di rojeva Meclisê de ne

img
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli ya cezayê nêzî 50 salan ku li nûçegihanên MA û JINNEWS’ê hate birîn bir rojeva Meclisê pirsa “Gelo nûçe çêkirina pirsgirêkên ku li welat hene sûc e?” kir. 
 
Ji ber nûçeyên çêkirin derbarê 8 rojnamevanên li Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê dixebitin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji her yekê re cuda cuda 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulderen Varli birîna ceza ya li rojnamevanan bir rojeva Meclisê. 
 
Di sê pêşniyazpirsên ku ji bo Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bi bersivînin hatin dayîn de bal kişandin ku ji ber nûçeyên çêkirin û parvekirinên li ser hesabên wan ên medyaya dîjîtal rojnamevan di bin zextê darazê de ne. 
 
HER ROJA KU DIÇE ZÊDE DIBE 
 
Di pêşniyazpirsan de hate diyarkirin ku xebatkarên çapemeniya azad ên bi taybetî pirsgirêka kurd û geşedanên eleqedar dişopînin bêtir rastî êrişî tên û wiha hate gotin: “Hejmara kedkarên çapemeniyê  yên dema xebatên xwe yên pîşeyî dikin, dema di şopandina nûçeyan de rastî êrişî tên, tên binçavkirin, xwegihandina nûçeyên wan tên astengkirin her roj zêde dibe.”
 
LI TIRKIYEYÊ REWŞA ÇAPEMENIYÊ GELEK XETERNAK E
 
Di pêşniyazpirsan de îşaret bi zextên li ser rojnamevanên li Tirkiyeyê hate kirin û hate destnîşankirin ku Tirkiye li gorî Endeka Azadiya Çapemeniya Cîhanê di nava 180 welatên cîhanê de di rêza 158’emîn de ye û îşaret hate kirin ku Tirkiye ji ber vê rewşê di nav welatên “gelek xeternak” de ye. Di pêşniyazpirsan de cih dan agahiyên rojnamevanên ceza li wan hate birîn. 
 
Di pêşniyazpirsan de ji bo ku Yilmaz, Tûnç û Yerlîkaya bibersivînin ev pirs hatin pirsîn; 
 
“* Der barê kesên li Tirkiyeyê rojnamevaniyê dikin de, derfetên wezareta we çi ne? Di salê de kartên çapemeniyê ji çend kesan re tên dayîn? Ji bo wergirtina qerta çapemeniyê şert û merc çi ne?
 
* Nûçeçêkirina têkildarî pirsgirêka kurd de sûc e? Nûçeçêkirina li ser pirsgirêkên welat sûc e? Heke ne sûc be sedemê binçavkirin, zext û sansura têkildarî çapemeniya azad çi  ye?                                           
 
* Di 10 salên dawî de ji bo ku têkildarî pirsgirêka kurd de nûçe çêkirine derbarê çend kedkarên çapemeniyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Hejmara lêpirsînên hatine dest pê kirin çend in? Hejmara rojnamevanên di 10 salên dawî de hatine giritn çend in?
 
* Li gorî wezaretên we divê nûçeyên ku sûc nebin çawa bin? Hejmara nûçeyên ku di 10 salên dawî de xwegihandina wan hatine astengkirin çend in? Piştî astengkirina xwegihandinê ligel kesê nûçe çêkiriye derbarê çend hesab û kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin?
 
* Derbarê kes û saziyên ku gef li kedkarên çapemeniyê yên nûçeyên çêkirî li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parvekirine de xwarine lêpirsînek hatiye destpêkirin an na?
 
* Li ser hin hesabên medyaya dîjîtal de heqaret li kurdan û hilbijartiyên kurdan hatin kirin. Têkildarî van ji xwegihandina çend nûçeyan an hesab hatin astengkirin û lêpirsîneke ku hatiye destpêikirin heye na. 
 
*Berovajiyê desthilata ku daxuyaniyan dide ku azadiya çapemeniyê heye, sedema vê yekê çi ye ku nûçeyên xebatkarên çapemeniya azad weke hêmaneke sûcî tên nirxandin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li wan dibirin?
 
* Weke ku tê îdiakirin li Tirkiyeyê çapemenî tê sansurkirin?”