MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya

img
WAN - MYK’a DEM Partiyê ji bo geşedanên di demên dawî de nîqaş bike û nexşerêyekî nû diyar bike li Wanê civiya. 
 
Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo geşedanên di rojevê de nîqaş bike û li gorî vê yekê nexşerêyekî diyar bike li Wanê civiya. Civîn di serokatiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dest pê kir. Hat zanîn ku dê di civînê de kampanyaya “Nan û Edaletê”, êrişên dawî yên bi ser zimanê kurdî werin nîqaşkirin.