DEM Partî: Werin em bi hev re lîstikên nijadperest pûç bikin

img
WAN - MYK’a DEM Partiyê ji bo nîqaşkirina rojevê û diyarkirina nexşerêya partiya xwe li Wanê li hev civiya û ev bang li raya giştî ya demokratîk û hêzên kedê kir: “Werin em vê lîstika qirêj û nıjadperest a li dijî gelan pûç û bibin yek."
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nîqaşkirina rojevê û diyarkirina nexşerêya partiya xwe li Wanê li hev civiya. Civîn bi serokatiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan hat kirin û geşedanên Kurdistan û Rojhilata Navîn û êrîşên giran ên li ser rêveber û endamên DEM Partiyê hatin nirxandin.
 
Encamên civînê bi danezaneke nivîskî hatin parvekirin.
 
Di danezana encamê de der barê geşedanên qewîmî ev tişt hatin gotin: “Em li Rojhilata Navîn bi desthilatdariyên şer ku hebûn, ziman, nasname û çanda gelan tune dihesibînin re rû bi rû ne. Em dibin şahid ku ev desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî gelan ber bi karesatê ve dibe. Dixwazin bi tovên nifaqê ku tê xwestin li civakê biçinin, li herêmê nîjadperestî û faşîzmê asê bikin.
 
Di êrîşên Hikûmeta Îsraîlê ya li dijî Lubnanê de mirina sivîlan, bêperwa hedefkirina niştecihên sivîlan, piştre li Îranê suîqestên siyasî, metirsiya şerê herêmî zêde dike.
 
Di êrîşên hikûmeta Netanyahu ya li dijî Xezeyê de nêzî 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û li hemberî vê rewşa qirker li dijî bêdengî û erêkirina dewletên di asta kûrewî de, girtina helwesta exlaqî û polîtîk weke erkekî dîrokî li pêşiya me ye. Ji ber vê yekê em careke din bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina komkujî û êrîşên giran ên Hikûmeta Netanyahu helwesteke çalak û lezgîn bigirin.
 
LI DIJÎ ŞER JIYANÊ BIPARÊZIN
 
Li aliyê din tê xwestin bi polîtîkayên şer  û tundiyê destkeftiyên siyasî û îdarî, heta hebûna gelê Kurd bê tunekirin. Li erdnîgariya ku Kurd lê dijîn, êrîşên di her astê de bi awayên cuda tê berdewamkirin.
 
Ligel hewldanên dagirkeriyê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî herêma Federe ya Kurdistanê, êrîş û suîqestên siyasî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin, li Tirkiyeyê êrîşên nîjadperest ên organîzekirî ya li dijî mafê siyaseta demokratîk, hebûn, çand û zimanê Kurdan zêde bûye. Di heman demê de bi polîtîkayên darvekirinê ya rejîma Îranê yên li dijî muxalîf û aktivîstan, tê xwestin mafê hebûn û siyasetê ya gelekî were tunekirin.
 
Li hemberî êrîşên li ser Filistînî û Kurdan ku gelên bindest ên Rojhilata Navîn in, di serî de Turkiye gelên Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî şer aştiyê pêk bînin, bibin dengê gelên bindest, têkoşîna enternasyonalîst mezin bikin, ev gavên ku wê polîtîkayên şer û êrîşan têk bibin in.
 
EM Ê MAFÊ SIYASETA DEMOKRATÎK BIPARÊZIN
 
Bi taybetî êrîşên metirdîsar ku li dijî ziman, govend, stran, bi kurtasî li dijî çand û nasnameya Kurdan di rojên dawî de li Tirkiyeyê tê pêşxistin; êşkencekirina ciwanên Kurd li Gever, Wan û Enqereyê di nava rojê de; hedefkirina têgihiştina xizmeta pirzimanî ya şaredariyên me, pêkanînên ku heyamên zextên giran jî li pey xwe dihêle ye. Pêkanînên bi vî rengî ne li gor rûmeta mirovahiyê ye, êrîşên ku di civaka demokratîk de qet cihê wî nîne û nayên qebûlkirin in. Em ê tu car li dijî van êrîşên nîjadperest û dijminatiya Kurd bêdeng nemînin, em ê mafê xwe yê siyaseta demokratîk biparêzin û di her şert û mercî de li ber xwe bidin.
 
Em partiyeke ku her tim xwedî wê helwestê ne ku dixwazin pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê bi diyalog û muzakereyê çareser bikin. Em ê vê carê jî li dijî van êrîşên sîstematîk bêdeng nemînin. Helwesta xwe ya demokratîk raber bikin û mafê xwe ya protesto ya demokratîk bi kar bînin.
 
Me gelek astengî derbas kir û berdêl da. Me duh li ber xwe da, em ê îro hin mezintir têbikoşin. Tu zext û êrîş nikarin me bixe paş destkeftiyên me yên ku me berî bi salan bi dest xistiye. Zimanê zikmakî, çand, stran, dirûşme û govendên gelekî nabe bibe mijarê gef û şantajê."
 
Di danezana encamê de ev bang li raya giştî ya demokratîk, hêzên ked û demokrasiyê hatin kirin:
 
-Werin em bi hev re vê lîstika qirêj û nîjadperest a li dijî gelên Tirkiyeyê û bi taybetî li dijî gelê Kurd hatiye kirin vala derxin, li dora têkoşîna hevpar bicivin û piştevaniya xwe mezin bikin.
 
-Li dijî têgihiştina ku hebûna sazumanî ya Dadgeha Destûra Bingehîn hedef digire, weke di mînaka Can Atalay de biryarên xwe bi cih nayne, medyayên dijîtîal bêhiqûq û bi helwestên kêfî asteng dike, peymanên navneteweyî û Destûra Bingehîn binpê dike, bi darbeyên siyasî û hiqûqî desthilatdariya xwe didomîne, helwest û têkoşîna hevpar a demokratîk pêş bixin."