Muxalefetê ji bo qedexekirina Instagramê banga civîna awarte kir

img
ENQERE - DEM Partî, CHP û ÎYÎ Partî bang li Komîsyona Platformên Dîjîtal a Meclisê kir ku ji bo li ser qedexekirina Instagramê hevdîtinê bikin bi awayek awarte li hev bicive. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), CHP û Partiya ÎYÎ ji bo qedexekirina Instagramê nerazîbûnên xwe tînin ziman. Van her sê partiyên navborî ji bo li ser vê qedexekirina Instagramê hevdîtinê bikin, banga civîna awarte li Komîsyona Platformên Dîjîtal a Meclisê kirin. Her sê partiyên muxalefetê xwestin ku Komîsyon di 8’ê tebaxê de bicive û li ser qedexekirina Instagramê hevdîtinê bikin. Her sê partiyên muxalefetê bi daxwaznameyekê serî li Komîsyonê dan. 
 
DAXWAZNAMEYA PARTIYAN 
 
Di daxwaznameya partiyan de wiha hat gotin: “Azadiya platformên medya dîjîtal ên ku di ragihandin û parvekirina agahiyan de bi roleke girîng radibin, parçeyek girîng a civakên demokratîk e. Astengkirina vê dawiyê ya gihandina platforma medyaya civakî ya Instagramê, rewşek derxistiye holê ku rasterast bandorê li azadiya ragihandinê û mafê agahdarkirina kesan dike. Destûra Bingehîn a me azadiya her kesî ji bo îfadekirin û belavkirina bîr û ramanên xwe mîsoger dike. Her wiha pîvanên navneteweyî û belgeyên mafên mirovan parastina azadiya ragihandinê û astengnekirina vê azadiyê weke mafekî bingehîn nas dikin. Astengkirina xwegihandina Instagramê azadiya derbirînê û mafê parvekirina agahiyan sînordar dike û ji ber vê yekê rewşek li dijî nirxên demokratîk pêk tîne.”