Hevserokê SYKP’ê Tîtîz: Sedema esasî ya krîza aborî şer e

ENQERE - Hevserokê SYKP’ê Mertcan Tîtîz diyar kir ku sedema esasî ya krîza aborî polîtîkayên şer in û got ku divê hemû hêzên şoreşger û sosyalîst li dijî êrişan li cem kurdan cih bigirin. 

Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê tên kirin didomin. Li gorî rapora meha tîrmehê ya Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (Community Peacemaker Teams - CPT), di encama êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê tên kirin de devereke bi qasî 68 hezar doniman êdî berhemdar nîne, malên 19 malbatan di bombebaran de hatin hilweşandin û 9 gund jî bi darê zorê hatin valakirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz êrişên dewleta tirk weke “îlhaqkirin” pênase kir. Tîtîz, diyar kir ku dewleta tirk tevî komên paramîlîter êrişan dike û pêvajoya êrişên li dijî Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist. 
 
Tîtîz, da zanîn ku dewleta tirk niha bi heman hincetan êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê dike û wiha got: “Em tevek dizanin ku Tirkiye van planên xwe bi hevkariya dewletên herêmê dike. Dema em qala hevkariyê dikin em dixwazin vê bibêjin; Îran li hemberî êrişan bêdeng e û hikûmeta navendî ya Iraqê jî çavên xwe digire. Li hêla din hevkariyeke pir xurt a PDK û AKP’ê heye.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz
 
‘JI BO KEDKARAN ŞER KRÎZA ABORÎ YE’ 
 
Bi domdarî Tîtîz anî ziman ku polîtîkayên şer ji bo kedkaran tê wateya krîza aborî û wiha pê de çû: “Îktîdara AKP-MHP’ê piştî hilbijartinên 31’ê Adarê bû partiya duyemîn û di hundirê xwe de ketiye nava aloziyê. Lê dema mijara behsa xeberê dibe têkoşîna sosyalîst û jinan, ev kome tevek dibin yek, komên faşîst nakokiyên xwe didin aliyekî û bi awayeke hevgirtî li hemberî me disekinin. Divê em bibînin ku şerê li ser sînoran tê kirin, yek ji mezintirîn astengiya li pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê ye. Ji ber ku şert û mercên şer dikin ku dewlet bi hestên gel û baweriyan bilîzin. Li hêla din jî kedkar hatine mecbûrkirin ku di bin sînorê birçîtiyê de bijîn. Lê ji bo şer bûdçeyeke mezin tê veqetandin û sedema esasî ya krîza aborî, xizanî û hejariyê jî ev polîtîkayên şer in.” 
 
'EM DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN’
 
Tîtîz, anî ziman ku divê sosyalîst û şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanî li dijî êrişên dewleta tirk dengê aştiyê bilindtir bikin û wiha derbirî: “Di serî de SYKP, peywira ewil a hêzên sosyalîst û şoreşger ev e. Divê ev hêz bên gel hev û bingeha têkoşîna hevpar ava bikin. Peywira din a esasî jî ew e ku divê li dijî hemû êrişên ser kurdan, em dengê aştiyê bêhtir bilind bikin.” 
 
TIŞTÊN PIŞTÎ 31’Ê ADARÊ QEWIMÎN
 
Di berdewamê de Tîtîz bal kişand ser bêtehemûlî û êrişên dewletê yên li dijî kurdî û ev nirxandin kir: “Di bingeha van êrişan de, israra polîtîkaya tunekirin û pişaftinê heye. Êriş niha di astên cuda de didomin. Dixwazim balê bikişînim ser çendek geşedanên piştî 31’ê Adarê; AKP’ê tevî her cureyên zext û zordariyê, tevî veguhestina ewqas leşker û polîsan jî li bajarên Kurdistanê nekarî bi ser keve. Piştre hewl da Şaredariya Wanê xesp bike lê gel rê neda vê. Piştre jî di Doza Kobanê de ceza da siyasetmedaran. Piştre jî qeyûm tayînî Colemêrgê kir. Li dijî van êrişan jî muxalefetê bertekeke hevpar ku heta niha nehatibû dayin nîşan da. Ev sekn hêviyê dide me tevan. Xuyaye ku îktîdara AKP-MHP’ê tirsandiye.” 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Tîtîz, daxuyand ku tekane rêya li pêşiya wan têkoşîna hevpar e û axaftina xwe wiha qedand: “Çawa ku li dijî qeyûman me li cem gel cih girtibe, divê em îro jî li cem gelê kurd cih bigirin. Divê em li cem mafê bijartin û hilbijartinê, li cem şaredariyên gelê kurd, li cem mafê wan ê perwerde û xizmeta bi zimanê dayikê bisekinin. Divê em bibînin ku dixwazin pêşî li ber perwerdeya bi zimanê dayikê bigirin û di vê çarçoveyê de ji bo mafên kurdan piştevaniyê bidin wan.”