Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin

img

ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê bi şiara "Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin" konferans li dar xist. 

 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê bi şîara "Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin" konferans li dar xist. Rêxistina bajêr bi beşdariya rêxistinên navçeyan, rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê, Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li konferansê bûn.
 
Konferans ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane  bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê nivîsa ku pêvajoyê bi giştî vedibêje hat xwendin. Piştî xwendina nivîsê yên ku tev li konferansê bûn ji bo plansaziyê siberojê, pêşniyar û rexneyên xwe anîn ziman. Konferans bi pêşniyar û rexneyên beşdaran bi dawî bû.