Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye

ANTALYA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari di “Hevdîtina Nan û Edaletê” de axivî û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê ber bi têkçûnê ve diçe û lewma her ku diçe êrişkar dibe û dawiya vê rejîmê nêzîk e.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari di çarçoveya “Hevdîtinên Nan û Edaletê” de li navçeya Kepeza Antalyayê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiya. Civîn li Navenda Çandê ya Mîmar Sînanê hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç, Hevserokên DEM Partiya Antalyayê û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li civînê bûn.
 
Hatimogûllari bal kişand ser “Hevdîtinên Nan û Edaletê” û ew bi vê kampanyayê dixwazin piştgiriyê bidin têkoşîna karker û kedkaran. 
 
Hatimogûllari bal kişand ser pirsgirêkên kedkarên li Antalyayayê û got ew ê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Hatimogûllari bi bîr xist ku Antalya bajarê turîzmê ye û got: “Bi feraseta ewlekariyê turîzm li pêş nakeve.” Hatimogûllari bal kişand ser pirsgirêka kurd û şerê li Kurdistanê berdewam dike û got ew ê li dijî şer têkoşîna xwe ya aştiyê û demokrasiyê bidomînin. Hatimogûllari destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê ber bi têkçûnê ve diçe û got: “Ev desthilatdarî her ku diçe êrişkar dibe û dawiya vê rejîmê nêzîk e. Ji bo me êdî dema hesabxwestinê ye.”