MYK’a DEM Partiyê sibê dicive

img
ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê dê sibê bi rojevên wek “Tifaqa Demokrasiyê”, 1’ê Îlonê û geşedanên têkildarî Can Atalay û gelek rojevên din bicive. 
 
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê dê sibê bi serokatiya hevserok Tulay Hatimogûllari û Tuncer Bakirhan bicive. Civîn dê saet di 10.00’an de li navenda giştî ya DEM Partiyê bê lidarxistin û gelek mijar di rojeva civînê de ne. 
 
TIFAQA DEMOKRASIYÊ 
 
Yek mijar ango rojeva sereke ku MYK’a di civîna xwe de li serê biaxive û nîqaş bike, “Tifaqa Demokarsiyê” ye. Tê payîn ku ji bo ku ev tifaq mezin bibe nexşerêyek bê derxistin. 
 
BERNAMEYA 1’Ê ÎLONÊ 
 
Her wiha di rojeva civînê de 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jî heye û dê têkildarî vê rojê mitîng û çalakiyên bên amadekirin were axaftin. MYK dê di civîna xwe de plansazî û bernameya gelek çalakî û şahiyên bi rasthatina rojê amade bike.
 
Di civînê de hevdîtinên di çarçoveya “Nan û Dadê” de hatin kirin bên nirxandin. 
 
ROJEVA CAN ATALAY 
 
Her wiha dê MYK’a di civîna xwe de têkildarî neberdana Can Atalay jî biaxive û nîqaş bike.