'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'

img
STENBOL - Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz bal kişand ser êrişên nijadperest ên AKP-MHP'ê û desthilatê hişyar kir ku "dest ji kurdan berdin" û Hevberdevkê Marmarayê yê DBP'ê Mevlut Aykoç jî destnîşan kir ku tekane rêya rabûna li ber êrişan rêxistinkirina xweparastinê ye. 
 
Li Tirkiyeyê êrişên nijadperest ên li hemberî kurdan ên li ser esasê polîtîkayên ewlehiyê yên AKP-MHP’ê, hem di burokrasiya ewlehiyê de hem jî li kuçeyan zêde bûn. Ji nivîsên kurdî yên hişyariyê yên li ser rêyan bigire heya li hemberî stran û govendên kurdî bi her awayî êrişên fizîkî zêde bûne. 
 
Kurd bertek nîşanî van êrişên nijadperest didin. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Stenbolê Mûrat Kalmaz û Berdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Marmarayê Mevlût Aykoç, tundiya li ser kurdan û rê û rêbaza ku divê li hemberî van êrişan esas bê girtin nirxandin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Kalmaz diyar kir ku ev êriş polîtîkayeke bi zanebûnî ya AKP-MHP'ê ye ku dijminatiya gel dike. Kalmaz anî ziman ku AKP'ê ji bo xitimandina xwe çareser bike xwe li netewperestî û şovenîzmê girtiye û got ku di encama vê polîtîkayê de kurd bûne hedef û îşaret bi bûyerên wekî êrîşa li dijî karkerên demsalî yên kurd, êrişa nijadperest û ji kar derxistina ciwanên bi kurdî diaxivin kir. 
 
ZIMAN, GOVEND Û ÇANDA KURDÎ HEDEF TÊ GIRTIN
 
Kalmaz destnîşan kir ku ev êriş encama polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku li kolanan daye destpêkirin û bi tevahî li ser dijminatiya kurdan tê meşandin û got: "Polîtîkaya AKP'ê polîtîkaya ku bi tevahî gelê kurd û partiya me dike hedef bi xwe ye. Divê desthilat demildest dest ji van polîtîkayên li dijî ziman, çand û govenda kurdî berde. Bi berberîbûnê wê nikaribin vê pêvajoyê bigihînin tu derê. Bi taybet piştî ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de têk çû, AKP bi polîtîkayên ku civakê hîn bêhtir tengezar dike dixwaze desthilata xwe bidomîne. Ev poltîtîka polîtîkayên xerakirina aştiya di navbera gelan de ye. Em di sedsala 21'ê de ne û mirov hê jî ji ber govenda kurdî, stranên kurdî tên binçavkirin, girtin û ji ber axaftina bi kurdî tên qetilkirin. Em desthilata AKP-MHP'ê şiyar dikin: dest nedin kurdan." 
 
KOMARA TIRKIYEYÊ Û ÎNKARKIRIN
 
Hevberdevkê DBP'ê yê Marmarayê Mevlût Aykoç j, diyar kir ku Tirkiye li ser esasê înkarkirina nasnameya kurdî û zimanê kurdî hatiye avakirin û ev înkar sed sal in bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî û nasnameya kurdî tên meşandin. Aykoç destnîşan kir ku netewe-dewlet xwe li ser hebûn û nebûna kesên din ava kirine û got: "Di salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê de kesî nedikarî bêje 'Ez kurd im', yên ku digotin 'Ez kurd im' dihatin qetilkirin. Dema ku netew-dewlet dixwazin gelan ji holê rakin, pêşî zimanê wan tine dikin. Ji ber ku heta ziman û çanda miletekî hebe, tunekirina wî ne pêkan e. Ji ber vê yekê dewlet û desthilat hewl didin zimanê kurdî û çanda kurdî qedexe bikin." 
 
Aykoç bi bîr xist ku kurdî di protokola Meclisê de wekî "Zimanê nenas" an jî "X" hatiye qeydkirin û tekane rojnameya rojane Azadiya Welat bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hat girtin. Aykoç diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de ev rewş hinekî nerm bûye, lê bi dawîbûna pêvajoyê re zext zêde bûne. Alkoç bilêv kir ku niha kesên ku govendê digerînin jî tên binçavkirin û got: "Di qonaxa dawî de me dît ku mirovên govendê li ber stranên kurdî digerînin tên girtin. Dewlet dixwaze bi înkarkirina kurdan hebûna xwe bidomîne." 
 
Aykoç bal kişand ser pêwendiya êrişên li dijî Kurdan û polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku heta ev polîtîka neyê rakirin wê înkar û êriş bidomin.
 
Aykoç destnîşan kir ku tekane rêya rabûna li ber van êrişan rêxistinkirina xweparastinê ye. 
 
MA /  Esra Solîn Dal