Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye

img
ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Biryara qeyûman komploya siyasî ye. Wê wîjdana miletê tu carî viya qebûl neke.” 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di komcivîna partiya xwe ya heftane de geşedanên di rojevê de nirxand. Di rojeva Ozel de tayînkirina qeyûman hebû. 
 
Ozgur Ozel bersiva daxuyaniya Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî da û wiha got: “Niha dîsa bi pêngavekê nû dest bi mijûlkirina rojeva welat kirin e. Birêz Bahçelî ewilî silav da û paşê Abdullah Ocalan dawetî ser kursiyê meclisê kir. ‘Mafê hêviyê’ pêşniyar kir. Me bang li Erdogan kir ku biaxive. Piştî vê banga me bi çend roj şûn ve, pesnê Bahçelî da û xwedî li vê projeyê derket.” 
 
‘PIRSGIRÊKA POSTÊ ERDOGAN HEYE’ 
 
Ozel rexne li daxuyaniya Bahçelî ku dixwazin carek din Erdogan bijêrin kir û got: “Dibêjin pirsgirêka kurd tune ye. Pirsgirêka kurd heye. Pirsgirêka dostaniyê tune ye. Pirsgirêka postê ya Erdogan heye. Naxwaze postê xwe ji xwe bike. Salên berê digot, ‘Ji Tayyîp Erdogan serokkomar çênabe’. Niha jî rabûye dîsa dixwaze Erdogan were bijartin  û ji bo vê jî bang li Ocalan dike ku were Meclisê. Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e û bi mutabakata civakî ev pirsgirêk dikare were çareserkirin.” 
 
NEQEBÛLKIRINA QEYÛMAN
 
Ozel nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî da û wiha got: “Rojek beriya ez werim dinê, birêz Ahmet Turk bû parlamenterê vê partiyê. Bi giştî 6 caran bûye parlamenter. Her car jî bi dengên zêde hat bijartin. Me her daîm ji devê wî aştî û diyalogê bihîst. Mixabin cara sêyemîne ku qeyûm tayînî ser rûspiyek zane dikin.” 
 
Ozel diyar kir ku qeyûm nayên qebûlkirin û wiha got: “Biryara qeyûman komploya siyasî ye. Wê wîjdana miletê tu carî viya qebûl neke.”