Partiyên DEVA û Pêşerojê ji bo çareseriyê çi difikirin?

img

AMED - Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç got ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê hemû hêzên demokrasiyê bên gel hev. Serokê Partiya DEVA’yê yê Bajar Remzî Kaymak jî got: “Divê ev mijar neyê dirêjkirin û tavilê çareser bibe.” 

Nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd ên di rojevê de didomin. Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç û Serokê Partiya DEVA’yê yê Amedê Remzî Kaymak têkildarî tayînkirina qeyûman û çareseriya pirsgirêka kurd axivîn. 
 
BAL KIŞAND SER ‘YÊKITIYA HÊZÊ’ 
 
Altaç, got ku ew li dijî polîtîkaya tayînkirina qeyûman e û ev tişt anî ziman: “Îktîdar her kesên li dijî polîtîkayên wan derdikevin hedef digire. Qeyûm, dij-demokratîk û li dijî mafên mirovan e. Bêrêziyeke li dijî îradeya gel û demokrasiyê ye. Divê partiyên muxalîf bi hev re li dij derkevin û hêza xwe bikin yek.” 
 
PLANA ERDOGAN A NAMZETIYÊ
 
 
Altaç, destnîşan kir ku divê yek ji mijara were nîqaşkirin jî namzetiya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan e û wiha got: “Êdî ev mijar bêhtir bi eşkereyî bi gel re tê nîqaşkirin. Ji bo vê hewcehî bi guherîna destûra bingehîn heye. Bi gefên weke qeyûman dixwazin beriya biçin referandûmê, li Meclisê bi piraniya dengan rêya namzetiyê vekin. Nîqaşên têkilldarî pêvajoya çareseriyê jî eleqeya xwe bi vê heye. Dengên AKP û MHP’ê têr nakin. Divê vê carê çi bikin? Dibêjin em DEM Partiyê bidin zorê belkî li ser maseyê rûnin. Heta gotinên Bahçelî yên ji bo Ocalan jî li gorî min bi inyeteke baş nayên kirin. Li gorî min ne ji bo çareseriya pirsgirêkê ne.”
 
GELO DÊ JI BO ÇARESERIYÊ GAV BÊN AVÊTIN?
 
Altaç, destnîşan kir ku îktîdar hewl dide ji hêlekê ve li ser Abdullah Ocalan ji xwe re alîkariyê bigire û li hêla din jî ço nîşan dide. Altaç, got: “Ji civakê re dibêjin; ‘Binêrin, heke hûn vê nekin em ê mafê jiyanê nedin we, derfetên siyasetê tune bikin.’ Ez wisa dinirxînim. Lê piştî guhertina destûra bingehîn gelo dê AKP û MHP’ ji bo çareseriyê ewqas zelal bin an jî li ser birêz Ocalan ji bo çareseriyê hewl bidin, di vê mijarê de gumanên min hene. Îxtîmala ku piştî daxwaza xwe bi cih anîn bibêjin; ‘ez nakim’ pir zêde ye. Ji ber ku di berê de wisa kirin.” 
 
Altaç, perpirsyartiyên ji bo çareseriyê dikevin ser milê muxalefetê jî wiha rêz kir: “Lewma divê muxalefet tevahiya eniya demokrasiyê bîne gel hev û seknekî saxlem raber bike. Divê qet tawîzan nede û piştgiriyê bide çareseriya pirsgirêka kurd. Lê divê vê çareseriyê ji wijdana partiyeke siyasî an jî kesekî re nehêle. Divê bi awayekî giştî muxalefet piştgiriyê bide daxwazên gelê kurd û yên pozîsyona wan di siyaseta Tirkiyeyê de xurt dike.” 
 
'QEYÛM XESPKIRINA DEMOKRASIYÊ YE’
 
 
Kaymak jî da zanîn ku ew li dijî qeyûman e û qeyûm xespkirina demokrasiyê ye. Kaymak, wiha domand: “Demokratîkbûna Tirkiyeyê, yek ji armanca me ya sereke ye. Divê bi taybe jî sepanên dij-demokratîk ên di dnava 5-6 salên dawî de bi dawî bibin. Em ji bo vê têdikoşin. Em ê her tim li dijî qeyûman li cem gelê xwe têbikoşin. Em bi gel û hevşaredarên mafên wan hatine xespkirin re ne. Em bi Esenyurtê re, bi Xelfetiyê re ne. Em qebûl nakin.” 
 
JI BO AŞTIYÊ BANG KIR 
 
Kaymak, bi lêv kir ku daxuyaniyên Bahçelî yên piştî tayînkirina qeyûman hev nagirin û wiha bi dawî kir: “Li rexekî qala aştiyê dike li rexa din îradeya gel tune dihesibîne. Em li dijî van sepanan e. Em li dijî qeyûm in. Madem tu dibêjî wê demê li pişt gotina xwe be. Divê ev kar neyê dirêjkirin û ji bo dayik êdî negirîn divê ev meseleye were çareserkirin. Heke pêvajoyeke aştiyê dest pê bike divê her kes piştgiriyê bide.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel