Baydemîr: Pirsgirêka kurd ne li DYA û Çînê li Îmraliyê çareser dibe

img
ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, helwesta AKP û CHP'ê ya li diji referandumê rexne kir û diyar kir ku ew dê ji teskereya dervê sînor re bêjin na. Baydemîr, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd li DYA nayê gerîn, biçin li Îmraliyê bigerin. 
 
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr, li Navenda Giştî ya HDP'ê mijarên di rojevê de nirxandin. 
 
Baydemîr, ewil êrîşên li dijî Hatun Tugluk şermezar kir û wiha got: "Di êrîşê de gotin 'Vir goristana Ermeniyan e' Di îfadeyê erîşkaran de gotina Wezîr Suleyman Soylu hatiye derewandin. Piştî êrîşê wêneyê êrîşkar û Soylu bi hevre derketin. Soylu got "Min bi şêniyê taxê re wêne kişandine" Ev bi xwe îtîraf e. Wêne û îfadeyê êrîşkaran nîşan dide ku êrîş bi organîze pêk hatiye. Daxuyaniyên Waliyê Enqereyê jî nîşan dide ku êrîş bi organize pêk hatiye. Em dibînin ku êrîşkar di bin parastina walî de ne. Êrişkar ji aliyê Soylu ve hatin parastin. 
 
SOYLU SER ÊRÎŞAN BINCIL DIKE
 
Baydemir, destnîşan kir ku êrîşkar ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Soylu ve tên parastin û wiha got: "Binerin li îfadeya êrîşkar Cemil Ozdemir. Ev bersûc wezîr diderewîne. Êrîşkar dibêje min dirûşme berz kir. Lê niha wezîr wî diparêze. 
 
DI VÊ ÊRÎŞÊ DE AKP'Î JÎ HENE
 
Baydemir, anî ziman ku êrîşkar Cemil Ozdemir ê hat girtin, endamê AKP'ê yê çalak ê Golbaşi ye û wiha got: "Di nava êrîşê de bi awayekî çalak AKP'î hene û organîze kirine. Ev êrîş berhemê polîtîkaya AKP'ê ya du salan e. Ger ku rayedarên hikûmetê samîmî bin wê demê divê hesap bipirsin. Serokomar dibêje 'Bi alkol in' Lê ev endamê partiya we ye. Ev du salin êrîşên nijadî pêk tînin. 
 
 
'EM Ê JI TEZKEREYA ŞER RE BÊJIN NA’ 
 
Baydemîr got ku dê piştî civîna Lîjneya Ewlehiya Netewî (MGK) Meclîs bi awayekî awarte kom bibe û nirxandina xwe wiha domand: “Ev du sal e li Tirkiyê hikumet ji bo desthilatdariya xwe bidomîne li hûndir û li derve li bi dijminahî li dijî kurdan şer dide meşandin. Mînaka vê ya herî dawî jî gefxwarinên li hember Başûrê Kurdistanê ye. Îro MGK sibê jî Meclîs dicive. Ji bo çi? Li Başûrê Kurdistanê gel diçe referandûmê. Referandûm ji bo vîna gel derkeve holê riyek rewa ye. Çima dê pirsgirêkek beka ya Komara Tirkiyê bibe? Ez pir vekirî û zelal dibêjim. Çûyîna referandûmê ya kurdan li dijî tu kesî şer nade destpêkirin. Tene vîna xwe derdixe holê. Hêj ne diyare dê parlamentor biryarek çawa bigire. Lê dixwazin Meclîsê bikin hevkarê sûc û tezkereya şer derdixe. Bi hiqûqî jî hewcehî pê tune ye. Ev temamî ji bo pîvana gefên xwe bilind bikin. Şer û gefxwarinê heta îro kîjan pirsgirêkan çareser kiriye û ku îro vê pirsgirêkê jî çareser bike. Gefxwarina li dijî gelê kurd ne maf û hedê tu kesî ye. Îskoyça çû referandûmê, çima we tezkere dernexist û biryara şer negirt? Wa Katalonya diçe referandûmê hûn ê sewqiyatê ji bo wir jî bikin gelo? Lê dema mesele dibe kurd, naxwazin vîna kurdan derbikeve holê.” 
 
Baydemîr destnîşan kir ku ew ê ji tezkereya sibê re bêjin “Na” û wiha axivî: “Em herkesi vedixwînin ku ne benzînê li agir bikin avê li agir bikin. Li hundir û li derve em herkesî vedixwînin li dijî polîtîkayên şer. Yên ji vê tezkereyê re bêjin ‘erê’ di heman deme de ji OHAL’ê re dibêjin ‘erê.’ Wê bikevin bin berpirsyariya ku hesab bidin dîrokê. Carek din em herkesî vedixwînin aqlîselîm.” 
 
'GELÊ KURD ÇARENÛSA XWE DIYAR DIKE’ 
 
Baydemîr piştî axaftina xwe pirsên rojnamgeran bersivand. 
 
Baydemîr helwesta CHP’ê ya li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê jî rexne kir û wiha bersiv da pirsên rojnamgeran: “Li dar xistina referandûmê li tu devera cîhanê ne dijminahiya li dijî tu kesê ye. Îskoçya çû referandûmê şer derket gelo? Bloka AKP û MHP li Tirkiyê referandûm li darxist, tu dewletê şer li dijî Tirkiyê da destpêkirin? Ev gefxwarin bi awayekî vekirî dijminahiya li dijî gel e. Dijminahiya li dijî gelê kurd e. Tu demê gelê kurd li dijî tu kesî dijminahiyê nekiriye û nake jî. Dixwaze çarenûsa xwe diyar bike. Ji vê yekê xwezayîtir çi heye gelo?” 
 
‘NEÇIN DYA’YÊ BIÇIN ÎMRALIYÊ’ 
 
Baydemîr der barê pirsa çûyîna Serokomar Erdogan a DYA’yê û hevdîtina bi Serokê DYA’yê Donald Trump jî wiha bersiv da: “Bêguman Serokkomarê welatekî dikare bi lîderên cîhanê re hevdîtin bike. Lê gelo wateya hevdîtina we çi ye? Mînak heke ku hûn çareserkirina pirsgirêka kurd dixwazin li wir çareser bikin, hûn li cihekî şaş digerin. Çareserkirina pirsgirêka kurd di operasyona derveyî sînor û şer de nîne, cihê çareseriyê Meclîs e. Bi rastî ku hûn samîmî bin Demîrtaş ê ku ku we wî xistine girîgehê berdin. Pirsgirêka herî mayînde ya vî welatî bêedaletiye. Êrîşa li ser edaletê rakin. Ne pêwîste hûn biçin DYA û Çînê. Biçin Îmraliyê. Bi gelê xwe re hevdîtin bikin dê wê deme pirsgirêk çareser bibe. Hûnê li aliyekî bêjin emperyal û hûnê ji aliyekî ve jî biçin hevdîtin bikin û jê bextewar bibin. Ev nakokiye.”