Parlamenterên HDP’ê: Naxwazin konekî kurdan jî hebe

img
EDENE –Parlamenterên HDP’ê Mahmut Togrul û Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî tezkereya operasyona derveyî sînor a sewqî meclise hat kirin dan û gotin: “Tirkiyeye naxwaze konekî kurdan jî hebe.”
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dîlokê Mahmut Togrul û ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî tezkeraya operasyona derviyê sînor a li dijî referanduma serbixwe ya Herêma Federal Kurdistana Iraqê ku dê di 25’ê Îlonê de bê lidarxistin, sewqî meclise hat kirin dan û diyar kirin ku gotina "Biratiyê" ya Tirkiyeyê têk çûye.  
 
'DEMA MIJAR DIBE KURD BIRATÎ TÊ JIBÎRKIRIN'
 
Parlamenter Mahmut Togrul diyar kir ku bi vê tezkereyê bêtehemûliya wan a li dijî destkeftiyên kurdan dide nîşandan û wiha axivî: “Dema mijar dibe kurd, xwişk û biratî tê ji bîrkirin. Li ku derê dibe bila bibe naxwazin kurd bibin xwedî statu. Ji ber ku pêşketina kurdan ji bo xwe taloke dibînin. Herêma Başûrê Kurdistanê û Rojava ji bo Tirkiyeyê tu carî nebûne taloke, lê îro biryara referandumê ji bo kurdan rewa nayê dîtin. Li Rojava xîçeke Tirkan tuneye. Daxwaza derxistina tezkeriyê dide nîşandan ku dijminantiya kurdan ka çiqasî mezin bûye.” 
 
'TEZKERE NE TENÊ DIJMINANTIYA KURDAN E'
 
Togrul anî ziman ku têkoşîna AKP’ê li dijî hemû komên kurdan e û wiha got: “Ev polîtîkayên dijminantî yên AKP’ê tenê zirarê dide xwe. Tirkiye bi vê tezkeriyê gefê li kurdan dixwe. Ev tu qezencê nade Tirkiyeyê. Ev tezkere tenê ji bo dijminantiya Kurdan e. Em qet û qet vê tezkerê erê nekin. Ji bo tezkere ji meclisê derbas nebe tişta ji destê me bê em ê bikin. Derdê AKP’ê tenê ne kurdên Tirkiyeyê ye. Naxwaze konek kurdan jî hebe.”
 
'EV BENDÎTÎ YE'
 
Parlamenter Maral Daniş Beştaş jî diyar kir ku ji referandumê bi bandor bikin tezkere anîn meclisê û wiha axivî: “Ev rêbazek şerê psikolojik e. AKP li dijî kesên serî jêre natewîne, siyaseta dubendîtiyê gav bi bav mezin dike. Tirkiye hemû daxwazên ji bo ziman û nasnameyên kurdan rad dike û dijminantiyê pêş dixwe.”
 
'EV NE HEDÊ DESTHILATDARIYÊ YE'
 
Beştaş dest nîşan kir ku ne hedê AKP’ê ye ku daxwaza referandumê red bike û wiha bi dawî kir: “Dema mijar dibe azadî û mafê gelê kurd, hem desthiladar û hem jî muxalîf din ava muxaliftiyeke çiqas  nejidil de diyar dibe. Em ne derve û ne jî di hûndir de şer naxwazin. Em diyar dikin ku mafê hemû gelan heya pêşeroja xwe tayîn bikin. Ev mafek gerdûniye. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê tim winda kir. Dijminantiya kurdan tim winda kiriye. Kurt û kêmasî AKP’ê vale vale bêrikê dihejîne.”
 
MA / Hamdullah Kesen – Ergîn Çaglar