Kemalbay: Tecrîd şer geş dike

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, di civîna Koma HDP'ê de axivî û bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Kemalbay, anî ziman ku Tirkiye bi rewşa nediyar a Ocalan di nava talûkeyekê de ye û wiha got: "Ev propagana tarî ya li ser Ocalan Tirkiye dixe nava şerekî kûr." 

HDP'ê civîna Koma xwe ya li meclîsê pêk anî. Di civînê de Meclîsên Dayikên Aştiyê yên ji Enqere, Konya, Mûş, Eskîşehîr û Stenbolê hatin û Dayikên Şemiyê tev li civînê bûn. Dîsa gelek nûnerên saziyên jinan tev li civîna meclîsê bûn. Di civînê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay axivî û geşedanên di rojevê de nirxandin. Kemalbay, bal kişand ser êrîşa li dijî nivîskar Îhsan Eliaçik. Prof Îbrahim Kaboglu û wiha got: "Êrîşên li dijî zanyar, alim û rewşanbiran, di hemû qadên jiyanê de gefan li mirovan dixwin. Li Wanê dema xanî hatin xerakirin bi bombeyên gazê îrîşî mirovan kirin. Me ew piştevanî û êrîş ji bîr nekirin. 
 
Pîra 78 salî Sisê Bingol a li Gumgumê hat girtin û birin Tarsûsê li dijî hiqûqê û îşkence ye. Pîra Sîsê li dijî hiqûqê hat girtin. Ya li dijî wê îşkence ye." 
 
'TECRÎDA LI SER OCALAN ŞER KÛR DIKE'
 
Kemalbay, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Yek ji xalê herî giran tecrîda mutlak a li ser Birêz Ocalan tê meşandin e. Li gorî nûçeyên medya civakî yên der barê tenduristiya Ocalan de me dixe nava fikaran. Der barê ewlehiya tenduristî û ewlehiya canê Ocalan de pirs zêde ne. Bi sinîrê Tirkiye dilîzin. Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda mutak de ye. Ji bo kesên fikrên Ocalan dişopînin fikarek gelek zêde ye. Li ser axa kurdan û rojava der barê ewlehiya canê Ocalan de propaganda reş te kirin. Ev talûkeyek mezin bi xwe re pêş dixe. Ev propaganda şerê heyî bêtir geş û sor dike. Ji bo der barê rewşa Birêz Ocalan de agahiyên zelal bên parvekirin divê parêzer û malbata Birêz Ocalan bi lezgîn biçin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevditin bikin. Em dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em bang li hikûmetê dikin ku berpirsiyariya xwe pêk bînin."