Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Saruha Oluç bi munasebeta Roja Kobanê ya Cîhanê berxwedana Kobanê bi bîr xist û got: “Kobanê ji bo cîhan û mirovahiyê xwedî berxwedanek girîng e. Yên ku duh DAIŞ’ê têk birin, dê îro jî li dijî her cûre êrîşan li ber xwe bidin.” 

 
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç li Meclîsê têkildarî hevdîtinên butçeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç di axaftina xwe de li gel butçeyê bal kişand ser salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û êrîşên TSK’ê yên li dijî Kobanê.  
 
‘DIVÊ FEDAKARÎ JI MEAŞÊ SEROKOMAR DEST PÊ BIKE’
 
Oluç destnîşan kir ku butçeya Serokomariyê duh li komîsyonê hat qebûlkirin û got: “Ji sedî 26 mûçeyê Serokomar hat zêdekirin. Meaşê Serokomar tekane meaşê li dijî enflasyonê têk naçe û mînaka tekane ye. 74 hezar û 500 lîre meaş heye û divê mirov meaşê teqewîtbûnê jî bide ser vî meaşê. Îro li Tirkiyeyê feqîrî li derdora 5 hezar û 900 lîreyî ye û sînorê birçîbûnê jî hezar û 800 lîre ye. Heke îro fedakeriyek bê kirin û jixwe divê bêkirin. Divê ev jî ji meaşê Serokomar bê destpêkirin. Lazim e demildest dev ji şatafatiyê berdin.” 
 
 ‘KOBANÊ JI BO MIROVAHIYÊ BERXWEDANEK GIRÎNG E’ 
 
Oluç 1’ê Mijarê Roja Kobanê ya Cîhanê jî pîroz kir û got: “Wê serdemê li dijî tarîtî û hovîtiya DAIŞ’ê li Kobanê berxwedanek mezin hat nîşandan. Berxwedan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bû hêvî. Çeteyên hovê yên DAIŞ’ê ewil li Kobanê têk çûn. Pişt re li cihên din jî têk çûn. Kobanê ji bo cîhanê û mirovahiyê xwedî berxwedanek girîng û mînak e. Duh yên ku DAIŞ’ê têk birin dê îro jî li dijî her cûre êrîşan berxwedana xwe bidomînin. Tu gumana me ji vê yekê nîne. Em bibîr bixin ji Kobanê û Bakurê Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê tu gulebarandinek jî pêk nayê. Divê gelên Sûriyeyê bi tu awayî neyên cudakirin û pêdivî bi aştî, aramî û avakirina demokratîkbûnê heye. Divê muzakereyek hemû alî hebin pêk were. Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên siyasî û dîplomatîk pêk bên. Em amade di vê mijarê de bi her awayî piştevaniyê bidin.”