Oluç: Yên îdia dikin bila di eynikê de li xwe binêrin

img
ENQERE – Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç piştî civîna MYK’ê daxuyanî da û got: “Yên ku îdia dikin û dibêjin HDP bi AKP’ê re muzakereyan dike bila di eynikê de li xwe binêrin.” 
 
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a partiya xwe li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Oluç axaftina xwe bi ceza dayîna parlamentere HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul dest pê kir û got daraz di bin kontrola destilatdariyê de cezayên siyasî li hevalên wan dibire. Oluç bal kişand ser rewşa Parlamentera HDP’ê ya Leyla Guven û got: “Leyla Guven vîna gelê Colemêrgê ye. Li gel ku destnedayîna wê heye jî lê girtina wê didome. Enîs Berberoglu tê berdan û Leyla Guven dîl tê girtin. Em vê helwestê şermezar dikin û em bang li Meclîsê dikin ku xwedî li erka xwe ya kanûçêker dikin.” Oluç got ew ji çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê re jî rêz digirin û destekê didin çalakiya wê. 
 
‘GIRTINA DAYIKA SÎSÊ TOL HILANÎNE’ 
 
Oluç bal kişand ser rewşa girtina Sîsê Bîngol a 85 salî û got: “Armanca dewama girtina Dayika Sîsê tol sitendin e. Tekane armanca vî zilamî heye ew jî dixwaze tola xwe hilîne. Em daxwaz dikin ku dayika Sîsê demildest bê berdan.” 
 
‘KÎ DI ŞÛNA ME DE BÛYA NIHA NEMABÛ’ 
 
Oluç têkildarî xebatên hilbijartina herêmî jî axivî û got di mijara hilbijartinên herêmî de ew ê pêşniyarên xwe radestî Meclîsa Partiyê bikin. Oluç got wan ji 40 bajaran zêdetir û li nêzî 500 navçeyan xebatên xwe yên fîzîbîlîte temam kirin û ber bi dawiya plansaziya amadekariya xwe ya ji bo hilbijartina herêmî ve diçin. Oluç destnîşan kir ku pêla binçavkirin û girtinan li dijî partiya wan didome û got: “Li aliyekî desthilatdarî dixwaze me asteng bike û li aliyê din jî xebatên xwe yên hilbijartinê bi binçavkirin û girtina hevalên me didomîne.” 
 
‘BILA YILDIRIM, ALBAYRAK, SOYLU LI WAN, AMED Û ŞIRNEXÊ BIBIN NAZMET’ 
 
Oluç li dijî AKP’ê rexneyên xwe dewam kir û got: “Hûn li bajarên kurdan hemû HDP’yan bigirin jî lê hûnê di 31’ê Adarê de tu encamê bi dest nexin. Ev pir zelal e. Heke hûn ji xwe bawerin serkêşê we kî ne, Bînalî Yildirim Suleyman Soylu, Berat Albayrak û kî dibe bila bibe keremkin li Wan, Colemêrg, Amed û Şirnexê bikin namzet. Keremkin werin bi me re bikevin pêşbaziyê. Ka em lê binêrin hûnê têk biçin an hûnê bi ser bikevin. Em dizanin ku ew ê bi husranek têk biçin. Çimkî AKP ji bilî êş û zilmê tu tiştekî nade gelê kurd.” 
 
‘ME RAPORÊN XWE QEYÛMAN TEMAM KIRIN E’
 
Oluç têkildarî raporên derbarê qeyûman de jî amadekirin dirêjî da axaftina xwe û got wan raporên xwe yên qeyûman temam kirin e. Oluç diyar kir ku di şûna partiya wan HDP’ê de ku her roj êrîş li serê dewam dikin, kîjan partbûya niha bibû wek noka li tatê ketî û dê ji hev hûrhûrî bibûya.
 
‘BILA DI EYNIKÊ DE LI XWE BINÊRIN’ 
 
Oluç bal kişand ser îdayên “Bi AKP’ê re muzakereyan dikin” û wiha domand: “Yên ku dibêjin HDP bi AKP’ê re hevdîtina ango muzakereyên nepen birêve dibe, bila ewilî derkeve di eynikê de li xwe binêrin.” 
 
‘JI BO CIH JI DAIŞ’Ê RE VEKIN ÊRÎŞ DIKIN’ 
 
Oluç bal kişand ser êrîşên TSK’ê yên li dijî gundên bajarên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Armanca êrîşên li dijî Kobanê ew e ku dixwazin mevziyan cih û kozikan bi DAIŞ’ê bidin qezenckirin. Derewan dikin tu êrîş û gef ji aliyê Rojava li dijî Tirkiyeyê nîne. Gefan ji xwe re dikin hêcet.” 
 
 ‘LI GEL PARTIYÊN KURD HEVDÎTINÊN ME DIDOMIN’ 
 
Oluç li ser pirsa rojnamegerek jî da zanîn ku li gel partiyên kurd û rêxistinên civakî yên sivîl hevdîtinên wan ên ji bo hilbijartinê didomin û got: “Di serdemek wiha dijwar de bi partiyên kurd re tevgerbûyîn gelek girîng e. Di vî warî de xebatên me didomin û em ê di demek nêz de em ê geşedanên di vî warî de bi gelê xwe re parve bikin.”