Dag a HDP’î: Daxwaza ciwanan azadiya Ocalan e

img
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 2 rojan ket grevê, diyar kir ku dê bi çalakiyen cuda dijberiya xwe ya tecrîdê bînin ziman. Dag, anî ziman ku jin û ciwan dê pêşengiya van çalakiyan bike û wiha got: “Daxwaza ciwanan ne tenê rakirina tecrîdê ye. Di heman demê de azadiya Birêz Abdullah Ocalan e." 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di 7'ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir, çalakiya wê didome. Li derve jî siyasetmedar jî di nav de gelek welatî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Guvenê li Wan, Colemêrg Riha Amed û Edeneyê 2 rojan çalaki pêk anin. Li Amedê jî di navde Parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag û Salîha Aydenîz jî heye 16 kes ketin greva birçîbûnê. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, bal kişand ser çalakiyên ciwanan ên li dijî tecrîdkirina Ocalan, çalakiya Leyla Guven û qedexeya walîtiyê ya li dijî çalakiyan.  
 
‘ARMANCA WAN TASFIYEKIRIN E'
 
Dag, diyar kir ku ji 5'ê Nîsana 2015'an de heyet nikarin biçin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin bikin û wiha got: "Bi vê astengiye tecrîd bi rêk û pêk berdewam dike û her diçe tecrîd giran dibe. Bi vê yekê armanc dikin ku tevgera azadiya kurd belav bikin. Piştî pêvajoya diyalogê hat rawestandin, tecrîda giran dest pê kir. Li dijî siyaseta kurd polîtîkayên tasfiyeyê hat destpêkirin. Şerê li herêmê her ku diçe kûr dibe. Tevgera Azadiya Kurd jî li dijî tecrîdê têkoşîna xwe xurt dike. Li gel bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin girtin jî disa têkoşîn mezin dibe. 
 
‘CIVAK DI BIN TECRÎRÊ DE YE'
 
Dag, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê tenê bi Ocalan ne bi sînordar e û wiha axivî: “Jin, ciwan û hemû civak di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Bi tecrîdê re komkujî pêş dikeve. Divê em li dijî polîtikayên AKP'ê yên înkar û îmhayê berî her tiştî tecrîdê bişkînin. Em jin û ciwan wekî heta niha, ji niha û şûnde jî em dê li dijî tecrîdê daxwazên xwe bînin ziman û tecrîdê bişkînin." 
 
'HETA TECRÎD BÊ ŞIKANDIN...' 
 
Dag, da zanîn ku bi armanca tecrîdkirina Ocalan şermezar bikin û piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guvne 2 rojan li Amedê ketin grevê û wiha berdewam kir: "Daxwaza Leyla Guven di heman demê de daxwaza gelê kurd û tirk in. Ev daxwaz ji bo avakirina demokrasî, aştî, aramiya welat e. Heta ku daxwazên wê pêk bên, em dê li her qadên jiyanê çalakiyên xwe bi rêbazên cuda berdewam bikin. Em dê daxwazên xwe bi dengê bilintir bînin ziman. Heta tecrîd bişkê emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ciwan li dijî tecrîdê daketin qadan. Wekî her demê niha jî rojeva ciwanan şikandina tecrîdê ye. Daxwaza ciwanan ne tenê şikandina tecridê ye. Di heman demê de azadiya Birêz Abdullah Ocalan e. Berxwedana ciwanan dê tecrîda li Îmraliyê bişkîne û deriyên Îmraliyê veke. 
 
'EM QEDEXEYAN NAS NAKIN'
 
Dag, herî dawî bertek nîşanî biryara qedexeya Walîtiya Amedê jî da û wiha bi dawî kir: "Leyla Guven bû pêşengê vê berxwedanê. 'Waliyê Super' ev berxwedana ku mezin dibe tehamul nekir. Ji ber tirsiya ku gel tev li vê berxwedanê bibe biryara qedexeyê anî. Em wekî gelê Amedê û gelê kurd vê biryarê nas nakin. Em dê li her derê piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven. Ji ber ku daxwaza Leyla Guven daxwaza gel e. Israra di polîtîkayên tecrîdê de, israra polîtîkayên şer in. Gel di daxwaza aştiyê de israr dike. Em bawer dikin ku şer dê bi şikandina tecrîdê bi dawî bibe."